4 August 2026 - 14:09
Source: kmr.abna24.com
«Yaweyên Trump dawî lê nayên; eger Îran rêkeftinê neke, em dê serokê wê bikin armanc!»

«Serokkomarê Amerîkayê bi dubarekirina gefên xwe yên li dijî Îranê îdia kir ku Tahran ji bo gihîştina bi rêkeftineke ligel Washingtonê xwedî «derfeteke dawîn» e û eger na, Amerîka dê serokatiya Îranê bike armanc. Ev di demekê de ye ku Wezareta Karên Derve ya Îranê her cûre danûstandineke ligel Amerîkayê red kiriye û ragihandiye ku danûstandinên heyî yên ligel Omanê, bi tenê têkildarî mijara ewlekariya keştiyaniyê ya li Tengava Hurmuzê ye.»

Li gorî Ajansa Nûçeyan a Ahlulbeytê (s.x) — ABNASerokkomarê Amerîkayê Donald Trump ragihand, eger Îran ji bo bidawîanîna aloziyên di navbera her du welatan de bi ti rêkeftinê razî nebe, Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) dê «serokatiya Îranê» bike armanc.

Wî îdia kir ku hîn jî tercîh dike beriya her cûre çalakiyeke leşkerî, derfeta pêwîst ji bo gihîştina bi rêkeftinê peyda bike û anî ziman ku beriya lêdana her cûre derbekê, dixwaze derfeteke dawîn bide Îranê.

Trump her wiha bi rexnekirina helwestên Tehranê îdia kir ku danûstandin hîn jî berdewam in û got ku ev gotûbêj bi daxwaza Îranê û bi beşdarî û navbeynkariya welatên wekî Erebistana Siûdî, Mîrnişînên Erebî yên Yekbûyî (Îmarat), Qeter û Omanê tên şopandin. Wî tekez kir ku ev «derfeta dawîn» a Îranê ye ji bo îmzekirina rêkeftineke guncaw.

Li hember vê, Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê Îsmaîl Beqayî, her cûre danûstandineke di navbera Tehran û Waşingtonê de red kir û diyar kir ku gotûbêjên Îran û Omanê bi tenê li ser gihîştina bi têgihiştinekê derbarê dabînkirina ewlekariya derbasbûn û hatûçûna keştiyan a li Tengava Hurmuzê de ye.

Wî anî ziman ku heta kiryarên dijminane yên Amerîkayê, di nav de zext, gef û ya ku bi navê dorpêçkirina deryayî ya Îranê tê binavkirin, berdewam bin, tu guhertin di rewşa Tengava Hurmuzê de çênabe.

Beqayî her wiha da zanîn ku danûstandinên heyî yên ligel Omanê tenê ji bo mijara ewlekariya rêyên deryayî hatiye terxankirin û lêkolîna mijarên din ên têkildarî peywendiyên Îran û Amerîkayê, eger şert û merc pêk bên, dê ji bo qonaxên bê û li gorî pêşhatên paşerojê bên paşxistin.

…………………….

Dawiya peyamê /

Etîket (Etîketên nûçeyê):

Trump, Îran, Amerîka, Rêberê Mezin ê Şoreşê

Tags

Your Comment

You are replying to: .
captcha