Li gorî Ajansa Nûçeyan a Navneteweyî ya Ahlê Beyt (s.x) — ABNA —Kurdpress – Li gorî agahiyên ku ji çavkaniyên agahdar hatine wergirtin, Serokê Herêma Kurdistanê «Nêçîrvan Barzanî» piştî hevdîtina xwe ya ligel Serokê Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê «Ehmed El-Şer`», di peywendiyeke telefonî de ligel Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) «Mazlûm Ebdî», derbarê encamên serdana xwe ya bo Şamê û proseya cîbicîkirina rêkeftina tevlêkirina HSDê û Rêveberiya Xweser di avahiya dewleta Sûriyeyê de, gotûbêj kirin.
Li gorî nûçeya ajansa nûçeyan a «North Press»ê, ev peywendiya telefonî roja duşemê û piştî hevdîtina Barzanî ya ligel Ehmed El-Şer` li Koşka Serokatiyê ya Sûriyeyê pêk hat. Li gorî zanyariyên hatine belavkirin, Serokê Herêma Kurdistanê careke din piştevaniya xwe ya bo rêkeftina 29ê Çileya Paşîn nîşan da û proseya cîbicîkirina vê rêkeftinê weke «erênî û ber bi pêş ve» nirxand.
«North Press» her wiha ragihand ku Nêçîrvan Barzanî berî serdana xwe ya fermî bo Şamê jî, çend caran ligel Mazlûm Ebdî di peywendî û şêwirê de bûye. Ev gotûbêj bi mebesta hevahengiya derbarê proseya cîbicîkirina rêkeftina di navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk û dewleta Sûriyeyê de hatine kirin.
Di vê peywendiya telefonî de, Barzanî û Ebdî li ser girîngiya cîbicîkirina rêkeftina tevlêkirina HSDê û Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di nav saziyên hikûmeta demkî ya Sûriyeyê de tekez kirin. Her du aliyan bawer dikin ku cîbicîkirina vê rêkeftinê dikare roleke giring di xurtkirina aramiya Sûriyeyê û zêdekirina ewlehî û aştiyê de li herêmê bilîze.
Her du aliyan her wiha li ser pêwîstiya berdewamkirina hewldanan bo cîbicîkirina temamî ya vê rêkeftinê tekez kirin û gotin: Pêşxistina vê proseyê dikare alîkariya xurtkirina ewlehî, aramiya siyasî û amadekirina zemîna çareserkirina pirsgirêkên mayî li Sûriyeyê bike.
Rêkeftina 29ê Çileya Paşîn ku di navbera hikûmeta demkî ya Sûriyeyê û Hêzên Sûriyeya Demokratîk de hatiye bidestxistin, tekez dike li ser tevlêkirina qonax bi qonax a hêzên HSDê û saziyên Rêveberiya Xweser di avahiya dewleta vî welatî de û di mehên dawî de bûye yek ji navendên sereke yên şêwirên siyasî yên derbarê paşeroja Sûriyeyê de.
Etikît:
Sûriye
- Mazlûm Kobanî
- Mazlûm Ebdî
- Nêçîrvan Barzanî
- Kurdistana Sûriyeyê
- Herêma Kurdistanê
Your Comment