Li gorî rapora Ajansa Navneteweyî ya Ehlê Beytê (S.X)-ABNA,yê - hevdem ligel lidarxistina festîvala sivîl-çandî ya “Alîgirên Aştiyê” li Tokyoyê, pêşangeheke wêneyên zarokên şehîd ên dibistana “Şecereyê Teyyibe” ya Mînabê, bi armanca vegotina aliyên mirovî yên êrîşa mûşekî ya ser vê dibistanê, li cihê bûyerê hat vekirin û ji aliyê beşdaran ve rastî eleqeyeke mezin hat.
Di vê pêşangehê de, bi dehan wêneyên xwendekarên dibistana “Şecereyê Teyyibe” ya Mînabê hatin nîşandan; dibistaneke ku li gorî vê raporê, di 28ê Sibata 2026an de (9ê Rezbera 1404an), di saetên destpêkê yên êrîşa leşkerî ya hevbeş a Amerîka û Îsraîlê ya ser Îranê de, bû armanca mûşekan. Wêneyên ku di vê pêşangehê de hatin pêşkêşkirin, vegotineke mirovî ya zarokên qurbaniyên vê êrîşê û encamên wê bûn ku heta îro talahiya wê di nava qatên civakî yên Îranê de diyar e.
Li rex pêşangehê, nûnerê komeleya “Îrana Me” wekî nûnerê dengê Îranê û zarokên Mînabê, di axaftineke xwe de bi bîrxistina hûrgiliyên vê bûyerê got: “Ev êrîş di saet 10:45ê de bi dema herêmî û dema ku ders dihatin dayîn qewimî û piştî lêketina mûşekê, avahiya dibistanê li ser serê xwendekar û kadroyên perwerdeyê de rûxiya.”
Wî ev êrîş wekî mînakeke tundûtûjiyê li dijî mirovahiyê û li dijî prensîb û qaîdeyên hiqûqa navneteweyî bi nav kir û zêde kir: “Di vê bûyerê de 168 kes ku piranîya wan keçên 7 heta 12 salî bi hejmarek mamoste û dêûbavan bûn, jiyana xwe ji dest dan û bi dehan kesên din jî birîndar bûn.”
Li gorî vê raporê, saziyên wekî Efûya Navneteweyî (Amnesty International), Çavdêriya Mafên Mirovan (Human Rights Watch) û hejmarek pisporên Neteweyên Yekbûyî, ev êrîş wekî bûyera herî giran a ji aliyê qurbaniyên sivîl ve di şerê dawî de binav kirine û daxwaza lêkolîneke serbixwe û hesabpirsîna ji berpirsên wê kirine.
Festîvala “Alîgirên Aştiyê” her sal bi însiyatîfa saziya sivîl a Japonî ya “Maseya Hevbeş” (Common Table) tê lidarxistin û armanca wê rêzgirtina li ruhê aştiyane yê destûra bingehîn a Japonyayê û belavkirina çanda aştiyê ye. Mijara sereke ya vê dewreyê, “Alîgirê aştiyê” û hişyariya li hemberî vegera şert û mercên berî şerê cîhanî li Japonyayê hatibû ragihandin.
Lidarxistina pêşangeha wêneyên zarokên qurbaniyên êrîşa ser dibistana Mînabê di rewşeke wiha de, ji bo temaşevanên Japonî ku bîreweriya dîrokî ya êrîşên atomî yên Hîroşîma û Nagazakiyê di bîra xwe ya komî de hene, wêneyeke zelal a encamên mirovî yên şer û pêwîstiya xebatê ji bo aştiyê û parastina sivîlan bi taybetî zarokan, pêşkêş kir.
Etîket:
#ŞehîdênXwendekarênMînabê #ŞehîdênMînabê #Tokyo #Japonya
Your Comment