“Huseyn (s.x), şoreşgerê doza edaletê; berhema bîrmendekî xiristiyan li bajarê Kerbelayê hate danasîn”

Civîna navneteweyî ya «Îmam Huseyn (s.x) bi çavê ol û mezheban» bi amadebûna bîrmend û mamosteyên ji gelek welatên cîhanê hat lidarxistin. Di vê civînê de pirtûka bi navê «Huseyn; Têkoşerê rêya edaletê» ku ji aliyê profesor “Chris Hewer”, lêkolînerê bîrtanîyayî yê warê Aşûrayê ve hatiye nivîsandin, hate ronakbîrkirin (eşkerekirin).

Li gorî nûçeya ajansa Ehlul-Beyt (s.x) – ABNA– Li Kerbelayê, Pirtûka Bîrmendê Mesîhî “Huseyn(s.x); Têkoşerê Rêya Edaletê” Hate Eşkerekirin
 Çarçoveya merasîmên mezin ên Erbaînê de li bajarê Kerbelayê, pirtûka nû ya profesorê îslamnas û aşûrapêjê navdarê bîrtanîyayî Chris Hewer bi navê «Huseyn; Têkoşerê rêya edaletê» bi amadebûna Sekreterê Giştî yê Civata Cîhanî ya Ehlul-Beyt (s.x), Serokê Komîteya Çandî û Perwerdehiyê ya Erbaînê û berpirsên Binyada Navneteweyî ya Aşûrayê hate eşkerekirin. Di vê rûniştina zanistî de, ku bi amadebûna hejmareke mezin ji bîrmend û mamosteyên payebilind ên ji welatên Misir, Tirkiye, Iraq û Îranê pêk hat, bal hate kişandin ser girîngiya pêwendiya di navbera lêkolînên akademîk ên navneteweyî û gotara şaristaniyê ya Erbaînê. 
Profesor Hewer ku bi lêkolînên xwe yên li ser îslamê û aşûrapêjiyê tê naskirin, îsal bi vexwendina fermî ya Binyada Aşûrayê û Komîteya Erbainê serdana Kerbelayê kir da ku ji nêz ve bibîne ka Erbain çawa xwedî nirxên medenî ye. Eşkerekirina vê pirtûkê li atmosfera giyanî ya Kerbelayê, ji bo gihandina peyama destana Huseynî û şirovekirina pîvanên edaletxwaziyê yên Îmam Huseyn (s.x) ji bo cîhana akademîk, gavekê sembolîk e.
Chris Hewer: Îmam Huseyn (s.x) aîdê hemû mirovahiyê ye
Hewer di destpêka rûniştina «Îmam Huseyn bi çavê ol û mezheban» de pirsî: “Em çawa dikarin hîkmeta Îmam Huseyn (s.x) bi wan kesên ku heta navê Huseyn jî nebihîstine re parve bikin?”
Hewer got: “Îmam Huseyn ne tenê ji bo şîiyan an misilmanan e; ew ji bo hemû mirovahiyê ye. Heger Îmam Huseyn aîdê Xwedê be, ji ber ku Xwedê aîdê hemû mirovahiyê ye, Îmam Huseyn jî aîdê hemû mirovahiyê ye. Ez Îmam Huseyn wekî kesayetiyekê dibînim ku em dikarin bi her kesî re – çi misilman, çi ne-misilman, çi xwedî-ol an bê-ol – li ser wî biaxivin.”
Îmam Huseyn (s.x) ji bo cîhana rojava çi heye? 
Ev lêkolînerê mesîhî wiha domand: “Pirtûka min ji 18 beşan pêk tê û di her beşê de dersên jiyanê yên ji Îmam Huseyn hene. Ez bang li hemû kesan dikim ku jiyana Îmam Huseyn bixwînin û di heman demê de li jiyana xwe ya kesane jî binêrin.”
Hewer bal kişand ser rewşa civakên rojava û got: “Em di sedsalekê de ne ku mirov naxwazin bi kesên din re têkiliyê deynin. Gelek kes li rojava êdî ne eleqedarê zewacê ne û ne jî dixwazin zarokên wan hebin. Di vê çarçoveyê de gava em li jiyana Îmam Huseyn a li Medîneyê dinêrin, dibînin ku civak hewceyî rêberekî ye. Îmam Huseyn dibêje; heger ez ranebim û li hember neheqiyê nesekinim, gel fêr nabe ku çawa li ber xwe bide. Ev yekem dersa tevlêbûn û berpirsyariya kûr e ku Huseyn da me.”
Têkoşîna li hember tundûtûjiyê
Hewer di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser îdiayên nerast ên der barê îslamê de: “Yek ji xalên neyînî yên li ser îslamê, tawanbarkirina wê ye bi tundûtûjiyê. Em dibînin ku di vê serdemê de dewlet hene ku mirovên bêguneh dikujin. Lê me li Kerbelayê dît ku Îmam Huseyn her cure êrîşa destpêkê red dikir û nedixwest şer dest pê bike. Divê em li ser van dersên wijdanî yên Îmam Huseyn bi tevahiya mirovahiyê re biaxivin û wan fêhm bikin ku rastiya îslamê rêzgirtina li jiyana mirovan e; tiştekî ku di dema Pêxember û Imamên me de jî her tim esas bûye.”
Raporta Rûniştina Zanistî: Erbain wekî Sembola Şaristaniyê û Lêkolînên Dîrokî
Di vê rûniştina zanistî de, mijarên girîng ên derbarê Erbaînê, bandora wê li ser şaristaniya rojava û lêkolînên dîrokî yên serdema îslamî hatin nirxandin.
1. Erbain wekî astengiya sîstema kapîtalîzmê
Profesor Chris Hewer, ku lêkolînerê babetên Aşûrayê yê brîtanî ye, Erbaînê wekî “defiyeke mezin” li hember sîstema kapîtalîzmê ya rojava bi nav kir. Hewer diyar kir: “Li rojava, her tişt (wekî av û xizmet) di çarçoveya berjewendiya şexsî de tê firotin. Lê di Erbaînê de, av û hemû pêdiviyên jiyanê bêyî tu hêviya qezencê bo mirovan tên pêşkêşkirin. Ev yek di şaristaniya rojava de tiştekî xerîb e û meydanxwaziyeke rasterast e li hember fikrên kapîtalîst.”
Her wiha Hewer bal kişand ser beşdariya hemû olan (misilman, mesîhî, cihû) û kesên bê-ol di Erbainê de û got: “Erbain mînakeke zindî ye ji wan pîvanên şaristaniyê ku ji bo dema hikûmeta Îmam Mehdi (s.x) tên pêşbînîkirin.”
2. Li Misirê  Komîteya Ezherê, Goristan-a Serê Huseyn (S.X) li Misirê vekir
Ehmed Rasim Nefîs, profesorê tibê yê misirî û lêkolînerê şîe, li ser girîngiya lêkolînên nav-olî rawestiya. Wî tekez kir ku divê hewldanên hevbeş ji bo ronîkirina rastiyên dîrokî bên zêdekirin. Nefîs diyar kir: “Di serdema Key Farûqê yekem de, komîteyeke taybet ji aliyê zanîngeha Ezherê ve hat avakirin. Ew komîteyê mezelê ‘Rêyês el-Huseyn’ li Misirê vekir û bi dîtina serê pîroz, şikên dîrokî yên derbarê cîhê wî bi awayekî zanistî çareser kir.”
3. Girêdana dîrokî ya Xedîra Xum bi Aşûrayê re
Şêx Elî Nezîr, serokê heyeta zanayên ceryana Elewî (Heyderbaş) ya li Tirkiyeyê, bal kişand ser pêwendiya di navbera van her du bûyeran de: “Divê em şehadeta Îmam Huseyn wekî berdewamiya xeta Xedîrê bibînin.”
Şêx Elî Nezîr her wiha da zanîn ku tevî cudahiyên mezhebî, gelê tirk bi giştî rêzeke kûr li Ehlul-Beytê digirin û navê ‘Yezîd’ an ‘Muawiye’ ji bo zarokên xwe bikar naynin, ku ev yek nîşaneya evîna wan a bo malbata pêxember e.
4. Nirxandina Giştî ya Ayetullah Remezanî
Ayetullah Riza Remezanî, sekreterê giştî yê Civata Cîhanî ya Ehlul-Beytê (s), (tevgêra) Îmam Huseyn wekî tevgêreke bingeh-li-ser eqil û fîtretê bi nav kir. Wî got: “Şehadeta Îmam Huseyn, dersa ‘berpirsiyariyê’ ye û serkeftina xwînê li ser şûr e ku bûye sedema vejandina nirxên bilind ên dîn.”
Çima ji bo Aşûrayê divê Xedîr-i Xum were xwendin?
Şêx «Elî Nezîr», Serokê Heyeta Zanayên Heyderbaş (Elewî), di vê rûniştinê de bal kişand ser girîngiya xwendina li ser bûyera Xedîr-i Xum û got: «Em bi nasîna Xedîr-i Xum, mijara çandê fêm kirin û me ew analîz kir. Şehadeta Seyîdna Îmam Huseyn (s) jî divê bi axura Xedîr-i Xum were naskirin. Çima di nav misilmanan de fîtneyên pir mezin çêbûn? Çima pirsgirêk û fîtne ji bo xîlafet û desthilatê derketin? Û çima Îmam Huseyn (s) ji bo heq li hember Yezîd rabû? Hemû van pirsan rehên xwe di Xedîr-i Xum de û dûre di hilbijartina xelîfeyê piştî Pêxember (s.x.a) de dibînin. Îmam Huseyn (s.x)tenê ji bo heq li dijî wan rabû û Îslam ew heq bi xwe ye. Heq yek e û heqê xîlafetê girêdayî Emîrê Bawermendan Elî (s.x) ye.»
Ew wiha berdewam dike: «Mixabin gelek ji sunniyan tiştekî derbarê birayên xwe yên ceferî û şîe nizanin; tenê tiştên ku bihîstine dizanin. Ew rastiyê nizanin û ketine nava fîtne û îftirayan. Dibêjin şîe xwedî dînê din in an Qur’aneke din in; na! Dînê me yek e, Pêxemberê me yek e û Qur’ana me yek e. Çima em xwe perçe perçe dikin? Qur’an pirtûka me ye û Pêxember (s.x.a), malbat û hevalên wî (sehabeler) li ser çavên me ne. Em tirk, li Tirkiyeyê heke hûn ji hemûyan bipirsin, em piranî navan ji wan digirin; mînak, em navê “Elî” pir bi kar tînin. Tevî ku em sunnî ne. Heke hûn ji her tirke(yî) bipirsin, ferq nake çi elewî be, çi şîe be, çi sunnî an wahabî be; heke hûn ji wan bipirsin ka navê “Yezîd” an “Muawiye” bi kar tînin? Hûn ê bibînin ku hûn nikarin wisa navî bibihîzin! Kes bi kar nayîne. Tirk hurmeteke pir mezin ji bo Ehlul-Beytê (s.x) nîşan didin.»
Dersa berpirsiyariyê û rawestana li hember zalimên cîhanê
Ayetullah «Riza Remezanî», Sekreterê Giştî yê Civata Cîhanî ya Ehlul-Beytê û Serokê Heyeta Rêveber a Weqfa Navneteweyî ya Aşûrayê, bi bal kişandina ser nêrîn û lêkolînên Profesor Chris Hewer got: «Divê mirov wî wekî ‘Aşûra-nas’ binav bike. Pirtûka wî ya hêja, lêkolîneke baş û kûr e û xala girîng a ku di vê pirtûkê de tê şopandin, têkoşîna ji bo pêkanîna edaletê ye.»
Sekreterê Giştî yê Civata Cîhanî ya Ehlul-Beytê wiha lê zêde kir: «Heke civaka mirovahî bixwaze rizgar bibe, versiyona wê Îmam Huseyn (s) e. Hemû tevgerên Îmam Huseyn li ser esasê fîtret û aqil in. Îslam hem dînê rehmetê ye û hem jî dînê berxwedanê ye. Analîza rast a rastiyê, hewceyî bala hemû alî ya li ser tevgera Îmam Huseyn e.»
Serokê Heyeta Rêveber a Weqfa Navneteweyî ya Aşûrayê wiha dewam kir: «Kerbela mucîzeyek e ku sembola dilsoziya herheyî û fedakariyê ye. Serketina Îmam Huseyn bi xwînê li ser şûr piştrast bû, ne tenê ji bo ku gunehên kesên din bên baxişandin, belkî Huseyn (s) hat kuştin da ku bide xuyakirin ku her kes berpirsiyar e.»
Wî bi bal kişandina ser nêrîna îrfanî ya li ser sifatên Cemal û sifatên Celal ên Xwedê got: «Ev Cemal û Celal di Pêxember (s.x.a) de xuya dibin û dînê ku ji bo mirovan dişîne, xwedî cemal û celal e. Huseyn (S.X) mezherê celal û cemal e û bi şehadeta xwe, hem cemal û hem jî celala dîn vejandiye. Îmam Xomeynî (re) û Îmamê şehîd jî di serdema me de, dîn ji her du aliyan ve vejandin û li hember zalim û mustekbiran (xwebezinan) sekinîn.»
Ji helbestxwendina şaîrê ereb heta meresiyexwaniya alimê xelkê Kerbelayê
Hocet-ul--Îslam «Derwîşî», Cîgirê Zanistî yê Weqfa Navneteweyî ya Aşûrayê, di vê rûniştinê de bi danasîna Chris Hewer (lêkolînerê mesîhî yê îrlandî), ev berhem wekî yek ji pirtûkên bibandor ên bi nêrîneke nû binav kir.
Hocet-ul-Îslam Hemîd Ehmedî, Serokê Komîteya Çandî û Perwerdeyê ya Stada Erbainê jî di dawiyê de, bi spasîkirina Profesor Chris Hewer, ji bo hewldanên saziyên cuda yên ji bo çapkirina vê pirtûkê û lidarxistina rûniştinê spasiya xwe anî ziman.
Mamoste Şêx «Fuad el-Hedad el-Hesenî», şaîrê sunnî yê ji Samarayê, derbarê Îmam Huseyn (s) de helbest xwend û di dawiyê de Hojetul-Îslam Şêx «Elî Bedîrî», mamosteyê hewza Kerbelayê, meresiyexwanî kir.

Tags

Your Comment

You are replying to: .
captcha