5 August 2026 - 22:18
Source: kmr.abna24.com

“Rêxistina Heşdî Şebî ya Iraqê nûçeyên hin dezgehên ragihandinê yên derbarê pevçûna hêzên vê rêxistinê bi her komeke din re li bajarê pîroz ê Samarayê, red kir.”

Li gorî Ajansa Nûçeyan a Navneteweyî ya Ahlê Beyt (s.x) — ABNARêxistina Heşdî Şebî di daxuyaniyekê de, rûdana her cure pevçûneke çekdarî di navbera hêzên xwe û her komeke din de li bajarê pîroz ê Samirayê red kir.

Di daxuyaniyê de hatiye gotin: “Heşdî Şebî wan raporên ku li hin torên civakî hatine

belavkirin, yên derbarê rûdana pevçûna çekdarî di navbera hêzên vê rêxistinê û her komeke din li bajarê pîroz ê Samirayê de, red dike û tekez dike ku ev îdîa ne rast in û ti bingeheke wan a meydanî nîne.”

Vê rêxistinê daxwaz ji welatiyan kir ku di veguhastina agahiyan de baldar û hûrbîn bin, pişta xwe bi çavkaniyên fermî girêbidin û guh nedin gotegot û nûçeyên bêbawer.

Dawiya peyamê/

Nîşan (Etîket):

Heşdî Şebî, Samira

Your Comment

You are replying to: .
captcha