AhlolBayt News Agency (ABNA)

source : Sahartv
pêncşem

25 gulan 2023

13:13:03
1368740

'Xeyber' wek mûşeka balistîk a herî nû ya Îranê hat nimandin

Bi amadebûna Wezîrê Berevanî û Piştevaniya ji Hêzên Çekdar ê Îranê berhema herî nû ya malbata mûşekên balistîk ên Xurremşehrêî b navê Xeyber hat nimandin.

Li gorî nûçeya IRNA'yê, Bi boneya salroja rizgarkirina Xurremşehrê mûşeka Xurremşehra 4 bi navê Xeyber'ê wek berhema herî nû ya mûşekî ya Rêxistina Pêşeyên Hewafeza ya Wezareta Berevaniyê ya Îranê îro Pêncşemî bi amadebûna emîr sertîp Muhemedreza Aştiyanî Wezîrê Berevanî û Piştevaniya ji Hêzên Çekdar ê Îranê hat nimandin.

Mûşeka Xeyber'ê ku versiyona herî nû ya mûşekên Xurremşehrê ye, mûşekeke ardûya şilekî bi birra 2 hezar kîlomitrî û seriyê cengî yê hezar û pênc sed kîlogram e ku ji bilî hebûna taybetmendiyên stratejîk, xwedan taybetmendiyên taktîkî ye jî.

342/