8 November 2024 - 14:24
Li esmanê Yemenê xistina balafira bêfirokevana Amerîkî "MQ-9" + vîdyo

Balafireke bêfirokevan Amerîkî "MQ-9" li esmanê parêzgeha El-Cewfê hat xistin.

Li gorî rapora nûçegihanê çandî yê Ajansa Navneteweyî ya Ehl-ul Beytê (s.x) ABNA- Berevaniya hewayî ya Yemenê balafireke bêpîlot a MQ-9 a Amerîkayê li esmanê parêzgeha El-Cewfê li bakurê rojhilatê vî welatî xist xwarê.

Ev drona pêşketî ya Amerîkî li esmanê parêzgeha El-Cewfê xebatên keşfê dikirin.

Wezareta Parastinê ya Amerîkayê ragihand ku ew li ser bûyerê lêkolînê dikin lê agahiyên zêdetir nedan.

Ev duwazdeyemîn firokeya bêfirokevan a artêşa Amerîkayê ye ku ji aliyê hêzên çekdar ên Yemenê ve bo piştevanîkirina ji gelê Filistînê û berxwedanê hatiye xistin.

Pisporên leşkerî tekez kirin ku şiyana hêzên çekdar ên Yemenê ji bo xistina balafira bêfirokevan a pir pêşketî û biha ya Amerîkî MQ-9 Reaper, hêza leşkerî ya Waşîngtonê xistiye nav rewşeke şerm de.

Dawiya peyamê/