Ev drona pêşketî ya Amerîkî li esmanê parêzgeha El-Cewfê xebatên keşfê dikirin.
Wezareta Parastinê ya Amerîkayê ragihand ku ew li ser bûyerê lêkolînê dikin lê agahiyên zêdetir nedan.
Ev duwazdeyemîn firokeya bêfirokevan a artêşa Amerîkayê ye ku ji aliyê hêzên çekdar ên Yemenê ve bo piştevanîkirina ji gelê Filistînê û berxwedanê hatiye xistin.
Pisporên leşkerî tekez kirin ku şiyana hêzên çekdar ên Yemenê ji bo xistina balafira bêfirokevan a pir pêşketî û biha ya Amerîkî MQ-9 Reaper, hêza leşkerî ya Waşîngtonê xistiye nav rewşeke şerm de.
Dawiya peyamê/