25 February 2025 - 19:20
Hizbullaha Lubnanê wêne û navên 35 fermandarên xwe yên şehîd belav kir

Yekîneya ragihandinê ya tevgera Hizbullaha Lubnanê posterek belav kir,wêne û navên fermandarên vê tevgerê yên ku ji aliyê Rejîma Siyonîst ve hatine kuştin, weşandin.

Li gorî rapora nûçegihanê çandî yê Ajansa Navneteweyî ya Ehl-ul Beytê (s.x) ABNA-Yekîneya ragihandinê ya tevgera Hizbullaha Lubnanê posterek bi wêne û navên fermandarên vê tevgerê yên ku ji aliyê Rejîma Siyonîst ve hatine şehîd kirin, weşandin.

Li gorî nûçeya Rossiya El Yuwm, poster bi sernavê “Navên Şehîdên Fermandarên Rêya Qudsê” hatiye belavkirin û li jora wê jî wêneyê şehîd Sekretêrê Giştî yê Hizbullahê Seyîd Hesen Nesrullah û Serokê Meclisa Rêveber a Hizbullahê Seyîd Haşim Safieddîn heye. Nasrullah di 27’ê Îlona 2024’an de hat qetilkirin û piştî hefteyekê Safiyeddîn şehîd bû.

Wêneyên Ebdul Moneîm Kerkî, Fûad Şaker, Nebîl Qaûq û Hesen Tewîl di rêza din de tên dîtin. Bi giştî hejmara fermandarên ku wêne û navên wan di vê afîşê de hatine weşandin 35 e.