NAVENDA NÛÇEYAN
Li gorî rapora nûçegihanê çandî yê Ajansa Navneteweyî ya Ehl-ul Beytê (s.x) -ABNA -Koma Aştî û Civaka Demokratîk ya ji Gerîlayên Azadiyê pêktê, bi daxuyaniyek çapemeniyê çekên xwe danîn û îmha kirin. Di daxuyaniyê de hate gotin; “Ji niha û pêve wê têkoşîna me ya azadî, demokrasî û sosyalîzmê, bi rêbazên huqûqî û siyaseta demokratik û li ser bingeha derkirina yasayênLi gorî rapora nûçegihanê çandî yê Ajansa Navneteweyî ya Ehl-ul Beytê (s.x) -ABNA - entegrasiyona demokratik dewam bike. Ji bo ev armanc pêk were em îro di huzûra we de bi îradeya xwe a azad çekên xwe îmha dikin.”
Daxuyanî wiha ye:
“Ji bo gelê me û Raya Giştî;
Bi armanca ku pêvajoya guhertin û veguhertina demokratîk bi lezgînî pêşde biçe, Koma Aştî û Civaka Demokratîk hate avakirin.
Beriya her tiştî ji ber ku hun şahidiya vê çalakiya me a dîrokî û demokratîk dikin, bi rêzdarî we hemûyan silav dikin.
Li dijî êrişên bi armanca tinekirinê yên li hemberî hebûna gelê Kurd, demên cûda û ji herêmên cûda em komeke ji jin û mêrên Kurd me çek hilgirt û weke şervanên Azadiyê em beşdarî nava refên PKK’ê bûn.
Eger îro em li vir amadene ev yek bersiva ji bo banga 19’ê Hezîrana 2025’an a Rêberê Kurden (P.K.K) Abdullah Ocalan e.
Dîsa hatina me a vir, li ser esasê banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêber Abdullah Ocalan 27’ê Sibata 2025’an û di çarçoveya biryarên Kongreya 12’an a PKK’ê ku di navbera 5 û 7 Gulana 2025’an de hat lidarxistin pêk tê.
Eger îro em li vir amadene ev ji bo serkeftina Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk nîşaneya niyeta baş û biryardariyê ye. Ji niha û pê ve wê têkoşîna me ya azadî, demokrasî û sosyalîzmê bi rêbazên huqûqî û siyaseta demokratik û li ser bingeha derkirina yasayên entegrasiyona demokratik dewam bike.
Ji bo ev armanc pêk were em îro di huzûra we de bi îradeya xwe ya azad çekên xwe îmha dikin.
Ev gava em davêjin, di serî de jin û ciwan, li tevahiya gelê me, gelên Tirkiyê û Rojhilata Navîn pîroz be. Hêvî û bendewariya me ewe ku bibe weîsleya pêkanîna aştî û azadiyê.
Rêber Abdullah Ocalan di peyama xwe a dawî de gotibû; “Ne bi çek, lê baweriya min bi hêza siyaset û aştiya civakî tê, banga min li we jî ew e ku hun li gorî vê rêgezê tevbigerin.”
Em bi dil û can tevlî vê bangê dibin û ji ber ku em ê pêwîstiyên vê rêgezê bicih bînin em bexetewer in.
Em baş dizanin ku heta niha ti destketî bi hêsanî, bê berdêl û bê têkoşîn nehatine bidestxistin.
Berevajî, her serkeftineke me a rojane bi dayîne berdêlên giran û bi saya têkoşîneke bêhempa hatin bidestxistin.
Em baş vê rastiyê dizanin, li ser vî esasî ji bo bidestxistina demokrasî û serkeftinên nû, ji dil em bi fikir û paradîgmeya Rêber Abdullah Ocalan bawer dikin.
Di heman demê de em bi hêza kolektîf a xwe û civaka hevriyên xwe jî bawer in. Di vê pêvajoya heyî de, li cîhanê mêtingerî û zextên faşîzmê zêde dibin, herêma me Rojhilata Navîn vedughere gola xwînê. Lewma ji bo aştî û azadiya gelê me, ji her demê zêdetir pêwîstiya me bi van gavên dîrokî heye.
Ji ber vê çendê em baş dizanin ku ev gavên dîrokî çendîn girîngin û pêwîste di zûtirîn demê de bêne biserxistin.
Hêviya me ew e ku her kes, jin û ciwan, karker û kedkar, hêzên sosyalîst û demokratîk, yanî hemû gel û mirovahî qîmeta gavên me ên aştî û demorasiyê bibînin, rast fêm bikin û rêzê nîşan bidin.
Divê hêzên herêmî û gerdûnî yên ji êşên gelê me berpirsiyar in, eşkere piştgiriyê bidin rewabûna mafên demokratîk û netewî yên gelê me.
Li ser vî esasî em bang li wan hêzan dikin ku bibin piştevanê pêvajoya aştî û çareseriya demokratîk.
Di serî de jin û ciwan, karker û kedkar, em bang li hemû gelan, hêzên sosyalîst û demokratîk, huqûqnas, hunermend û siyasetvanan dikin da ku rast vê gava me a dîrokî fêm bikin û mil bi mil destekê bidin gelê me.
Dîsa ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan û çareseriya siyasî û demokratîk a pirsgirêka Kurd, banga me ji bo hêzên demokrasiyê û enternasyonalîzma sosyalîst ew e ku li ser asta gerdûnî bi awayekî çalak tevbigerin û têkoşînê bihêz bikin.
Banga me ji bo gelê Kurd û hêzên siyasî jî eve;
Pêwîste ev pêvajoya dîrokî û banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêber Apo rast fêm bikin, li qadên perwerde, rêxistinî û çalakiyan erkên xwe bi awayekî serkeftî pêk bînin û jiyana demokratîk pêş bixin.
Zilim û mêtingerî wê bidawî bibin, azadî, piştevanî û hevgertin wê biserkevin.
Pêvajoya Aştî û Civaka Demokrtatîk wê teqez biserkeve.
11’ê Tîrmeha 2025’an
Koma Aştî û Civaka Demokratîk”
Your Comment