Çavkaniyên agehdar ên Misrê ku nexwestin navê xwe eşkere bikin, di vê derbarê de ji El Erebiye re gotin: Qahîre her planek ji bo birêvebirina Xezzeyê red dike. Daxwaza me ya rêvebirina vê xetê tine ye û yên ku di dawiyê de divê li ser vê yekê biryarê bidin Filistînî ne.
Ev gotinên çavkaniyên Misrî piştî wê yekê tên ku Lapid pêşniyar kir ku Xezze di pêvajoya jinûveavakirinê de 8 salan ji aliyê Qahîreyê ve were birêvebirin. Ev rêveberî dikare heta 15 salan were dirêj kirin.
Ev karbidestê siyonîst ji bo derbirîna razîbûna aliyê Misrê, efûkirina 155 milyar dolar deynên derve yên Qahîreyê ragihand.
................................
Dawiya peyamê/
