10 March 2025 - 10:48
Seyîd Ebdulmelîk El-Hûsî: Sûcên komên tekfîrî li Sûriyê mehkûm in /Terorîstan yek fîşek jî neavêt Îsraîlê

Li gorî rêberê tevgera Ensarullaha Yemenê, komên tekfîrî li gorî hesta ewlehiya xwe ya ji Amerîka û Ewropayê cinayetan pêk tînin, ji ber ku Amerîka û Ewropayê ji bo kirina her sûcekî ku bixwazin, îzna wan daye.

Li gorî rapora nûçegihanê çandî yê Ajansa Navneteweyî ya Ehl-ul Beytê (s.x) ABNA-Seyîd Ebdulmelîk El-Hûsî rêberê tevgera Ensarullaha Yemenê di axaftina xwe ya pêncşemiyê şeva buhurî de li bara pêşhatên heyî yên li Sûriyê got: Tawanên komên tekfîrî li Sûriyê mehkûm in û divê her kes wan şermezar bike û her kesên xwedî wijdan divê ji bo rawestandina cinayetan têbikoşin.
Rêberê Ensarullahê her wiha got: Tişta ku li Sûriyê diqewime îsrara komên tekfîrî li ser berdewamiya reftarên hovane yên tawankar ên kuştina xelkê bêguneh bi hovanetirîn şêweyên kuştin û qirkirinê eşkere dike.
El-Hûsî her wiha rexne li kuştina hovane ya sivîlan ji aliyê komên tekfîrî ve kir û got: Piştgirên malî, siyasî û leşkerî yên komên tekfîrî hevkarên sûcên van koman in.
Wî bi gotina vê yekê ku gurûpên tekfîrî li Sûriyê bi sedan sivîlên bêparastin qetil dikin, got: "Ev kom tawanên xwe bi vîdeoyan tomar dikin, li ser torên civakî diweşînin û di dawiyê de jî bi hovane şanaziyê bi van tawanan dikin."
Bi gotina wî, grûpên tekfîrî bi hênceta ewlehiya xwe ya ji Amerîka û Ewropayê tawanan dikin, ji ber ku Amerîka û Ewropa rê li wan dane ku her tawanekê bixwazin bikin.
Îsraîl hewl dide xwe weke rizgarkerê gelê Sûriyê nîşan bide.
Rêberê Ensarullahê destnîşan kir ku Amerîka û Rêjîma Israîl hewl didin xwe wek rizgarker û piştgirê gelê Sûriyê bidin nasîn û tekez kir: “Tekfîrî (Hikûmeta Colanî û pêkhateyên girêdayî wê) bi hilweşandina tevna civakî ya Sûriyê, xizmeta herî mezin ji rejîma Îsraîl û Amerîkayê re dikin.
Rêberê Tevgera Ensarullaha Yemenê got: Rejîma (rejîmê) Îsraîlî li Swêdayê piştgirî daye Durziyan û ji ber vê yekê komên tekfîrî newêrin zirarê bidin wan.
Û wî got jî: Niştecihên din ên Sûriyê xwe di metirsiyê de dibînin ji ber ku wek kurd û dirûz ji aliyê Amerîka û Îsraîlê ve nayên piştgirîkirin.
El-Hûsî got: Xwîna gelê Sûriyê bi hêsanî tê rijandin û zarokên Sûriyê tên qetilkirin û ti kes li cîhana îslamî û erebî van tawanan protesto nake.
Terorîstan yek fîşek jî neavêt Îsraîlê.
Rêberê Înqilaba Yemenê bi balkişandina ser vê yekê ku komên tekfîrî xwe bi komên olî û cîhadî didin nasîn, destnîşan kirin: Ev komên hanê netewên misilman ji hundir ve ji hev belav dikin. Ev kom wek dijminên Mislimanan wek alîgir û rizgarkeran nîşan didin da ku Misliman dagirkeriya wan bipejirînin. Eva li halekê ye ku komên tekfîrî piştî kontrolkirina Sûriyê yek fîşek jî ber bi Îsraîlê ve neavêtin. Lê rejîmê êrîşî başûrê Sûriyeyê kir.
Rêberê Ensarullahê got: Komên tekfîrî cîhadîst nînin û ger cîhadîst bûna dê bi dijminê Îsraîlê re rûbirû bibûna. Komên tekfîrî xwe wek komên olî û cîhadî didin nasîn, di heman demê de bi hemû hovîtî û cinayetkariya xwe ji bo kuştina mirovên bêguneh, aştîxwaz û jinavbirina xelkê ji hundir de tevdigerin.
Wî di dawiya axaftina xwe de got: Îslam ji van komên tekfîrî û hovîtiya wan bêpar e. Her çend ku alîgirên herêmî yên tekfîrîyan bi mebesta ku di medyaya xwe de wêneyekî cuda ji tekfîrîyan ragihînin jî, her tişt eşkere ye.
................................
/Dawiya peyamê
 

Your Comment

You are replying to: .
captcha