24 August 2025 - 20:13
Xeyala Îsrayîla Mezin xetereke dijî hebûnê û gefek dijî aştî û ewlehiya navneteweyî ye

Wezîrê Karên Derve yê Îranê got ku daxuyaniyên Serokwezîrê rejîma dagirker a siyonîst derbarê Îsrayîla Mezin de dibin sedema binpêkirina serweriya neteweyî ya welatên serbixwe yên navçê.

Li gorî rapora nûçegihanê çandî yê Ajansa Navneteweyî ya Ehl-ul Beytê (s.x) -ABNA-Wezîrê Derve yê Îranê, Seyîd Ebas Eraqçî, di gotareke ser navê Xeyala Îsrayîla Mezin, ew yeka xeterek dijî hebûn û mayînê û gefek dijî aştî û ewlehiya navneteweyî zanî û nivîsî: Bereberê civîna awarte ya Wezîrên Derve yên welatên Îslamî li Ceddeyê, bala wijdanê cîhanî careke din, vê carê bi lezgîniyeke mezintir, bala xwe daye ser mezintirîn gefa dijî hebûn, mayîn û nasnameyê ku navçe û cîhana Îslamê girtiye ber xwe, ango Rejîma Siyonîst. Vê rejîmê ji bo kawilkirina bi tevahî ya Xezzeyê hemû hewla xwe daye û dijî jin û zarokên filistînî komkujiyên herî hovane pêk aniye.

Wezîrê Karên Derve yê Îranê got ku axiftinên aşkera û weşandina nexşeyên sexte ji aliyê serokên vê rejîma sexte ve li ser tiştê ku ew jê re dibêjin Rojhilata Navîn a Mezin û nêtên wan ên zêdexweziyê li hember cîranên xwe, hemî belavbûna vê girêya penceşêrê û bandora wê li seranserê navçê nîşan didin.

REJÎMA SIYONÎST SEYÎD EBAS ERAQÇÎ

Tags

Your Comment

You are replying to: .
captcha