26 November 2025 - 00:23
Di êrişa li Siwêdayê de welatiyek hate qetilkirin 5 jî birîndar bûn

NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî rapora Ajansa Ehl-ul Beytê (s.x) ABNA-Li bakurê Siwêdayê di êrişa balafira bêmirov a hêzên hikûmeta demkî ya Sûriyeyê de welatiyek hat kuştin û 5 din birîndar bûn.

Hêzên hikûmeta demkî ya Sûriyeyê bi balafireke bêmirov li bakurê bajarê Siwêdayê êriş pêk anî. Di encama êrişê de welatî Omer El Qadî hat kuştin û 5 welatiyên din birîndar bûn.

Çavkaniyên xwecihî ragihand ku êriş li nêzî deverên Selîm û Etîl hat pêkanîn.

 Navên birîndaran wiha ne: Rewad Şerefedîn, Cewad Şerefedîn, Wejdî Şerefedîn, Diyaa Ebû Fexir û Ramî Munzir. Çavkaniyan diyar kir ku hemû birîndar sivîlin.

Hat zanîn ku welatî Omer El Qadî di dema veguhastina wî ya ji bo nexweşxaneya niştimanî de, jiyana xwe ji dest da.

Her wiha hat diyarkirin ku welatî di veguhastina mirîşkan de dixebitî û di dema li ser karê xwe de bû, wesayîta wî li rojavayê bajarokê Etîl bi awayekî rasterast hat hedefkirin.

Girêdayî wê, Parêzvanên Neteweyî hewldana hêzên hikumeta demkî ya ji bo derbasbûna ji Derayê ber bi Siwêdayê ve, li nêzî Besra Şam têk bir. Ji hêzên hikumeta veguhêz birîndar çêbûn.

Your Comment

You are replying to: .
captcha