Li gorî Ajansa Nûçeyan a Navneteweyî ya Ehlul Baytê (s.x)- ABNA- Jina Êzîdî ya bi navê Suad Xelef Elî di dema feramana 3’yê Tebaxa 2014’an de, li gundê Koço ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve hatibû girtin. Wê demê gundê Koço 12 rojan di dorpêça çeteyan de mabû û pişt re di roja 15’ê Tebaxê de çeteyan hemu xelkê gund komkiribû û zilamên gund qetilkiribûn. Piştî wê jî çeteyan jinên gund hemû girtin û ber bi cihek nediyar ve revandibûn.
Yek ji wan jinên ku ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve hatibû revandin Suad Xelef Elî bû. Suhal Xelef di dema esîr girtina xwe de, li Tilefer, Musil, Suriye û Tirkiyeyê tê gerandin. Suhal Xelef piştî 11 salan ji destê çeteyên DAIŞ’ê tê rizgarkirin.
Niha li Şengalê ye
Suad û keça wê Şehrîbanana 11 salî, piştî 11 salan vegeriyan gundê xwe Hatimyê. Di ketina gund de bi çepik û tilîliyan tên pêşwazîkirin.
Di dema ketina malê de, kêliyên hestiyar hatin jiyan kirin, Suad diwan kêliyan de ji ajansa mere axivî û got; “Ez û keça xwe piştî 11 salan ji destê DAIŞ’ê rizgar bûn û niha di nava xizmên xwe deme. Ez gelek kêfxweşim.”
Dayika Suad Xelef Elî, Hûsno Elî di dema pêşwazîkirina keça xwe de, kêfxweşiya xwe anî ziman û got; “11 sal bûn ez li keçên xwe digeriyam, lê min agahî ji wan ne digirt. Herî dawî beriya 10 rojan agahî ji min re hat, ji min re gotin ku keçek te saxe û hatiye rizgarkirin. Ez gelek kêfxweşim. Keçek din jî ya min di wê demêde hatiye revandin û heya niha jî di destê çeteyên DAIŞ’ê deye.”
Şîrovak kin Daiş bideste Amrîka hata hole evjîji hezaran zilma liser gele kurd û Ezîdîyan hatîkirin


Your Comment