12 December 2025 - 23:16
Pizişkiyan: Hewldana ji bo aştiyê, hêjayî pesindayînê ye

Serokomarê îranê amajeyî vî yekî kir ku her neteweyek ku ji bo aştiyê hewl bide, hêjayî pesindayînê ye û got: Komara îslamiya Îranê, wekî endamekî civata navnetewî, baweriyeke webirr heye ku aşitî bi rêya xwedûrgirtina ji yekalîkeriyê bi dest dikeve.

Mesûd Pizişkiyan, serokomarê Îranê, îro Îniyê di Civîna Navnetewî ya Aşitî û Baweriyê ku li Eşqabad a Tirkemenistanê de hat lidarxistin, got: Komara îslamiya Îranê wekî endamekî serbixwe yê civaka navnetewî bi awayekî webir ser vê bawerê ye ku aştî û geşepêdan tenê bi rêya gotûbêja beranber, hevkariya komkî û rêzgirtina li mafên navnetewî û rêziknameya NY û xwedûrgirtina ji yekalîkeriyê bi dest dikeve. Pizişkiyan got: Ji ber cihêkarî û  newekheviyên heyî, siyaseta hêzxortên li rojavaya Asiyayê heta nika di piratîkê de bûye sedema pêkhatina mafeka taybet ji bo Rejîma Siyonîst ku serekaniya gelek şerr û bêdadiyan li navçê ye. Wî destnîşan kir: Di rewşeke wiha de ye ku ev rejîma kariye siyasetên êrişkir ji cinayetên berdewam li Xezzê û berfirehkirina neqanûnî ya bajarokan li Perrava Rojava bigire heta êrişên berdewam ên ser Sûriye, Libnan û herwiha Komara Îslamiya Îran û Qeterê bişopîne.

pizişkiyan li rex vê civînê bi rayedarên welatên beşdar ji wan serokomarê Rûsiyê, serokomarê Qezaqistanê, serokê netewî û serokê Konseya Mesliheta Gel a Tirkemenistanê re jî hevdîtin û gotûbêj pêk anî. Di hevdîtina serokomarên Îran û rûsiyê de, Pizişkiyan bi ragihandina viya ku Îran bibiryar e hevhatina giştalî bi Rûsiyê re û çêkirina rêya Aştara- reştê cih bîne, sipasiya helwêstên Pûtîn bona berevaniya ji siyasetên navnetewî yên Îranê di civakên cîhanî kir. Pûtîn jî di vê hevdîtinê de ji bilî pêşkêşkirina silavên xwe ji rêberê şoreşê re got: Peywendiyên di navbera du welatan de bi awayekî erênî pêşve didçin û di pişkên ceryan, gaz, hêzgeha navokî ya Bûşêhrê û geşepêdana binavahiyên wek rêya Bakûr- Başûr de, her du welat jî hevkariyên xwe berfireh dikin.

Your Comment

You are replying to: .
captcha