7 January 2026 - 11:25
Êrişa leşkerên siyonîst ser Zanîngeha Bîrzêytê

Çavkaniyên herêmî yên Filistînê ragihandin ku leşkerên dagirker ên siyonîst êrişî Zanîngeha Birzêytê li bakurê Ramullahê kirin.

Li gorî Ajansa Nûçeyan Navneteweyî ya a Ehl-ul Beytê (s.x)— ABNAVan çavkaniyan tekez kirin ku leşkerên siyonîst dest bi êrişa ser xwendekaran kirine û li wan xistine û li hewşa zanîngehê ber bi wan ve gulleyên cengê û gaza rondikhêner avêtine ku di encamê da sê xwendekar birîndar bûne û hejmarek jî ji ber gaza rondikrêj bêhna wan çik bûye û tûşî fetisînê bûne.

Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê li Xezzeyê jî ragihand ku îro cenazeyên du şehîdan bo nexweşxaneyê hatine veguhastin û di vê heyamê de10 kes birîndar bûne.Bi vî awayî hejmara şehîdên êrişên artêşa Rejîma Siyonîst  ser Xezzeyê gihîştiye 71 hezar û 391 kesan û hejmara birîndaran jî gihîştiye 171 hezar û 279 kesan.

Çavkaniyên Libnanî jî derbarê binpêkirina sînorê hewayî yê vî welatî ji aliyê balafirên şêrr ên Rejîma Siyonîst ve agahî dan. Balefirên cengê yên vê rejîmê ser esmanê deverên cûrbecûr ên Libnanê de firiyane û êrişî bajarokên Seksekiyê, Serfend, Tebna û Bîsariyê kirin. 

…………….

Dawiya Peyam/

Your Comment

You are replying to: .
captcha