24 April 2026 - 18:01
Source: kmr.abna24.com
Dewletên Yekbûyî Xelata 10 Milyon Dolarî ji bo Rêberê Ketaib Seyîd ul-Şuheda yê Iraqê diyar kir

"Li gorî daxuyaniya hikûmeta terorîst a Amerîkayê, ji bo agahiyên ku bibin sedema nasîn an jî girtina rêberê koma 'Ketaib Seyîd eş-Şuheda' ya Iraqê, xelatek 10 milyon dolarî diyar kiriye."

Li gorî rapora Ajansa Nûçeyan a Navneteweyî ya Ehlê Beytê (S.X)– ABNA–Hikûmeta terorîst a Amerîkayê ragihand ku ji bo agahiyên ku bibin sedema nasîn an jî girtina rêberê koma"Ketaib Seyîd ul-Şûheda" ya Iraqê, xelatek 10 milyon dolarî diyar kiriye.
Li gorî daxuyaniya Wezareta Derve ya Amerîkayê, koma Ketaib Seyîd ul-Şûheda li ser bingeha leşkerî û hêzên Amerîkî li Iraq û Sûriyeyê êrîş kirine.
Operasyonên dijî Amerîkî yên Ketaibê piştî wê dest pê kirine ku hejmarek ji hêzên vê tevgerê di êrîşên Amerîkayê de hatin şehîdkirin.
Ketaib Seyîd ul-Şûheda piştî ketina bajarê Mûsilê di sala 2014'an de (1393) , ji bo rêxistinkirina hêzên dilxwaz ên gel li hember DAIŞ'ê hatiye damezrandin.
Dawiya Peyamê
Tags:
    Ketaib Seyîd eş-Şuheda ya Iraqê
    Şerê Îran û Amerîkayê
    Berxwedana Iraqê
 

Your Comment

You are replying to: .
captcha