Li gor rapora Ajansa Nûçeyan a Ehlê Beyt (s.x) – ABNA –Li Herêma Kurdistanê bê navber festîvalên cuda cuda yên çandî û hunerî tên lidarxistin. Di Werzên Biharê de ev festîval û çalakî zêdetir dibin. Ev festîval ji bo jinan dibin derfetên nû yên kar û berhemên xwe nîşan bidin. Jinên li Hewraman û Helebce jî bi berhemên xwe yên dest cihê xwe di van festîvalên çandî de digirin.
Her sal bi destpêkirina werza Biharê re gelek festîvalên çandî li seranserî navçeyên Herêma Kurdistanê tên lidarxistin. Hewraman û Helebce yek ji navendên berdewam çalakiyên cihêrengin ku derfetek baş ji bo jinan diafirîne ji bo nîşandana berhemên xwe û karên nû.
Yek ji van jinan jî Rengîn Hewramî ye ku tevî temenê xwe yê zêde jî 13 salin tevlî festîvalên çandî yên li herêmê tên lidarxistin dibe û got: “Ev festîval ji bo jinan pir girîngin. Bi rêya wan dikarin berhemên xwe bifiroşin, dîsa berhemên xwe nîşanî bikir û bi geştyaran bidin nasîn. Divê jin girîngî bidin xwe û di warê madî û menewî sûdê ji karkirinê bistînin.”

Rûxweş Selam ku ew jî 12 sale bi karê xwe yê destan cihê xwe di festîvalan de digire diyar kir ku festîval ji bo jinan pir girîngin û wiha pêde çû: “Jinên me dema zanîngehê diqedînin dikevin malê û dirûnin., ti karî nakin. Bi vê yekê dikarin karek ji bo xwe peyda bikin. Jinên tevlî festîvalan dibin, jinên li malê ne û zanîngeh qedandine û dîsa mamoste ne; bi vî rengî derfetek ya jiyanê ji bo xwe peyda dikin.”
Hewnaz Selah jî destnîşan kir ku festîval ji bo jinan dibin alîkar û derfeta kar dafirîne û got: “Dikarin bi vê yekê derfetek ya dahatê ji bo xwe peyda bikin. Em bi çêkirina kîsên nan û fêkiyên bi qumaş bi xwe şoreşa parastina jîngehê dikin ji bo welatî dev ji bikaranîna kîsên nalyon û pilastîk berdin. Berî niha jinan van pêwîstiyan ji derve dikiriyan. Niha dikarin di nava Helebceyê de bi kalîteyeke baş peyda bike, bê ku ziyanek bide jîngehê.”
Your Comment