2 May 2026 - 10:11
Source: kmr.abna24.com
Li Kerbelaya Muellayê, 3 kes ji hêzên Heşda Şe'biyê şehîd û birîndar bûn

Wezareta Karên Hundir a Iraqê ragihand ku di encama teqîna mayînên şer de li parêzgeha Kerbelayê 3 endamên Hêzên Heşda Şabî şehîd û birîndar bûn.

Li gor rapora Ajansa Nûçeyan a Ehlê Beyt (s.x)–ABNA–Wezareta Karên Navxwe yê Îraqê ragihand ku li dû teqîna bermahiyên şerî li nêzî yek ji yekîneyên Heşda Şe'biyê, dema ku ew li parêzgeha Kerbelayê ewlehiya rêya bejî ya Hecê dabîn dikirin, yek ji hêzan şehîd bû û du kesên din jî birîndar bûn.

Li gor rapora Şefeq News, vê wezaretê ragihand ku yek ji yekîneyên Heşda Şe'biyê ku erkê dabînkirina ewlehî û parastina Hecacên Beytu'llahê Heram li parêzgeha Kerbelayê li ser milê wê bû, di saeta 6ê êvarî de li dûrahiya yek kîlometrekî ji cihetê xwe yê domedar, ketiye ber teqîna bermahiyên şerî.

Vê wezaretê diyar kir ku hêzek taybet tavilê piştî şandina cihê bûyerê, tedbîrên pêwîst pêk anîn.
Herwiha hate gotin ku ev bûyer bû sedema şehîdbûna yek ji hêzan û birîndarbûna du kesên din.

Li gor ragihandina Wezareta Karên Navxwe yê Îraqê, birîndar ji bo tedawiya pêwîst hatine veguhestin nexweşxaneya navçeya Eyne't-Temer.

...........
Dawiya peyam /

Etîket:
Heşda Şe'biyê
Kerbelaya Muellayê

Your Comment

You are replying to: .
captcha