2 May 2026 - 12:18
Source: kmr.abna24.com
Xwepêşandanên Behrêynî li dijî rejîma Al Xelîfe + vîdyo

Gelê Behrêynê li dijî biryara hikûmeta Alê Xelîfe ya ji bo betalkirina hemwelatîbûna hejmarek ji welatiyên welêt xwepêşandan lidar xistin.

Li gor nûçeya Ajansa Nûçeyan a Navneteweyî ya Ehlê Beytê (s.x) — ABNA —Gelê Behreynê li hin deveran, di berhemberî sûcê jêbirina hemwelatîbûnê (silibandina tabiiyetê) û koçberkirina bi zorê ya hejmarek ji welatiyan de, protesto kirin.
Behreynî di meşa xwe ya protestoyê de, di destê xwe de wêneyên Ayetullah Îsa Qasim û hejmarek ji girtiyên siyasî yên Behreynê digirtin, bi dengê bilad gotinên dijî hebûna hêzên amerîkî li welatê xwe û dijî normalîzekirina têkiliyan bi rejîma siyonîst re kirin.
Wan herwiha bi hilgirtina nusxeyên ku li ser wan nivîsîbû: "Ev netewe têk naçe, paşvenakeve û ranasekine", gazî û gotinên li piştgiriya girtiyên siyasî li vî welatî kirin.
Herwiha Şêx Îsa Qasim di bertek nîşandana biryara hikûmeta Malbatê Al Xelîfe (Al Xelîfe) ya betalkirina hemwelatîbûna hejmarek ji welatiyan de, ev kiryar wekî kiryareke li dijî qanûna bingehîn a vî welatî binav kir.
Wî tekiþand ku her guherînek di mijara mafê hemwelatîbûnê de, kiryareke li dijî qanûna bingehîn û revîn ji qanûnê û wêdetir ji wê revîna ji mafê rewa (meşrû) ye, û her tiştê ku ne rewa (nemeşrû) be, dê nemeşrû bimîne û şerîeta îlahî jî neguhêrbar e.

..........
Dawiya peyam /

Etîket:
Behreyn
Rejîma Al Xelîfe
Jêbirina hemwelatîbûnê (silibandina tabiiyetê)

Your Comment

You are replying to: .
captcha