12 May 2026 - 01:26
Source: kmr.abna24.com
Navlêkirina cihê guhastina kincên tîma neteweyî ya futbolê bi navê Mînab 168

Di dema îro êvarê (Duşem) ya rahênana tîma neteweyî ya futbolê de hate ragihandin ku navê cihê(odeya) guhastina kincên li kêleka zeviya nimre yek, bi Mînab 168 hatiye xemilandin.

Li gorî Ajansa Nûçeyan a Navneteweyî ya Ehlê Beytê (s.x) —ABNA —Dawîn rahênana tîma neteweyî ya futbolê ya Îranê beriya sêyemîn lîstika di nav komê de, li zeviya nimre yek ya Navenda Neteweyî ya Futbolê hate lidarxistin.
Di kiryarekî berçav de, cihê (oda)guhastina kincên li kêleka zeviya nimre yek a kampa tîmên neteweyî, ji bo hurmeta 168 şehîdên Dibistara Şecera Tayyibe ya Mînabê, ji "Mala Hêviyê" hat guherandin navê "Mînab 168". Endamên tîma neteweyî yên ku dê bi karwanekî bi heman navî beşdarî Kasa Cîhanê bibin, di rahênana xwe ya îro de li ber vî cihê guhastina kincan wêneyekî bîranînê kişandin.
Tîma neteweyî ya futbolê ya Îranê di berdewamiya qonaxa çaremîn a rahênanên amadehiyê de, sibê (Çarşem) dê sêyemîn lîstika xwe ya navxweyî li Stada Şehîd Dastcerdî (Passê Qewamin) lidar bixe.
Ev lîstika navkomî di çarçoveya bernameyên kadroyên teknîkî de ji bo nirxandina dawîn ya performansa lîstikvanên neteweyî yên Lîga Pêşîn, beriya şandina wan li kampa Tirkiyeyê, hatiye dîzaynkirin û bi armanca bilindkirina hevahengî û yekgirtina tîmê tê lidarxistin.
Amadebûna kevnarên futbolê yên Îranê, rêveber, rahênerên klûban û xebatkarên medyayê di vê lîstika azad de hate ragihandin, da ku ew ji nêz ve temaşeya dawîn rewşa amadehiya tîma neteweyî bikin û bi piştevaniya xwe, mîna her du lîstikên din yên berê yên navxweyî, alîkariya xurtkirina moralê lîstikvanên neteweyî bikin.
Piştî vê lîstikê, kampa tîma neteweyî dê were girtin û piştî derxistina çend lîstikvanan, tîma neteweyî di roja Pêncşem an Înê de dê ji bo sazkirina kampa dawîn a tîma neteweyî li rêya Kasa Cîhanê, bi rêya Tirkiyeyê ve here.
......
Dawiya peyam /
Etîket: Tîma neteweyî ya futbolê, Şehîdên xwendekar ên Mînabê
 

Your Comment

You are replying to: .
captcha