Li gorî rapora Ajansa Nûçeyan a Navneteweyî ya Ehlê Beytê (s.x) — ABNA—Medyayên îbranî ragihandine ku Hizbullahê êrîşî baregeheke leşkerî li nêzî bajarokê "Mergeliyot" ê li nêzî sînorê Libnanê kiriye û li cihê êrîşê agir pê ketiye.
Li gor ragihandinên destpêkê, piştî vê êrîşê li nav baregehê agir pê ketiye.
Beriya vê, medyayên îbranî ragihandibûn ku li Filistîna dagîrkirî li dû têketina balafireke bêmirov (drone) ji aliyê Libnanê ve, sirena hişyariyê hatine çalakirin.
Lêdana bibandor a Hizbullahê li alavên şer ên artêşa rejîma Siyonîst
Nûçeyeke din jî ev e ku Hizbullahê Libnanê wêneyên êrîşeke drone ya rast û bibandor li alavên şer ên artêşa dagirker a Siyonîst li bajarokê Deyr Seriyan li başûrê Libnanê weşandine.
..............
Dawiya peyamê
Medyayên îbranî ragihandin ku Hizbullahê di bersivdana êrîşên berê de, li herêmên dagîrkirî êrîşî baregeheke leşkerî ya artêşa rejîma Siyonîst kir.
Your Comment