Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Navneteweyî ya Ehlulbeytê (Silava Xudê liwan bin)–ABNA-Rojnama siyonîstî Ha`aretzê serdana vê dawiyê ya Donald Trump serokkomarê Emerîkayê bo Çînê û bandora wê li ser doseya Îranê analîz kir û têkçûna hesabên Waşîngtonê di vê seferê de ragihand.
Vê medyaya siyonîstî nivîsî: Donald Trump berî sefera bo Çînê hêvî kir ku di dosyeya Îranê de serkeftinek tam bi dest bixe, ji wan vekirina tam a tengava Hurmuzê û giheştina rêketinama navokî ya nû ku ji rêketinama serdema Barak Obama çêtir e.
Çîn naxwaze xwe ji Îranê dûr bixe
Haaretz her wiha got: Serdana Trump nîşan da ku Çîn naxwaze xwe ji Îranê dûr bixe û hevalbendiya stratejî ya xwe bi Têhranê lawaz bike û Pekînê hîna jî Îranê li warê enerjî, bazirganî û hevsengiya jeopolîtîk li hemberî Amerîkayê şirîkê girîng dibîne û naxwaze peywendiyên xwe bi Têhranê re bike qurbana razîkirina Waşîngtonê.
Vê rojnama siyonîstî nivîsî: Îranê jî bi girêbestên nû û kêmkirina astengiyên derbazbûyî ji Tengava Hurmuzê hewl daye ku zextên navneteweyî birêve bibe û nîşan bide ku hê jî şiyana bandorkirina li ser ewlehiya enerjiyê ya cîhanê heye. Vê rewşê bijardeyên Trump ji bo sepandina zext û çalakiyên leşkerî yên zêdetir li dijî Îranê bisînor kiriye.
Çîn rola rizgarkerê Amerîka nalîze
Di dawiyê de Haaretz tekez kir: Berevajî nêrîna Waşîngtonê, Çîn ne tenê rola rizgarkerê Amerîkayê di kirîza Îranê de bilîze, belkî dibe ku bi berdewamiya hevkariyên nêzîk bi Têhranê re pozîsyona Îranê li hember zextên Amerîkayê bihêztir bike.
.........
Dawiya peyamê
Tags
Iran
çîn
Amerîka
Şerê di navbera Îran û Amerîkayê de
Your Comment