18 May 2026 - 10:21
Source: kmr.abna24.com
Medyaya Siyonîstî: Çîn Îranê wekî hevkarê girîng li dijî Amerîkayê dibîne / Pekîn têkiliyên xwe yên bi Tehranê re ji bo Waşîngtonê qurban nake.

Rojnameya siyonîst Haaretz di raporekê de nivîsî: Donald Trump serokkomarê Emerîkayê beriya sefera xwe bo Çînê, hêvî dikir ku di dosyaya Îranê de serketineke tam bi dest bixe, ji wan vekirina tam a Tengava Hurmuzê û giheştina rêketinama nû ya navokî, lê vê seferê nîşan da ku Çîn naxwaze xwe ji Îranê dûr bixe û hevalbendiya xwe ya stratejîk bi Têhranê lawaz bike.

Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Navneteweyî ya Ehlulbeytê (Silava Xudê liwan bin)–ABNA-Rojnama siyonîstî Ha`aretzê serdana vê dawiyê ya Donald Trump serokkomarê Emerîkayê bo Çînê û bandora wê li ser doseya Îranê analîz kir û têkçûna hesabên Waşîngtonê di vê seferê de ragihand.

Vê medyaya siyonîstî nivîsî: Donald Trump berî sefera bo Çînê hêvî kir ku di dosyeya Îranê de serkeftinek tam bi dest bixe, ji wan vekirina tam a tengava Hurmuzê û giheştina rêketinama navokî ya nû ku ji rêketinama serdema Barak Obama çêtir e.
Çîn naxwaze xwe ji Îranê dûr bixe
Haaretz her wiha got: Serdana Trump nîşan da ku Çîn naxwaze xwe ji Îranê dûr bixe û hevalbendiya stratejî ya xwe bi Têhranê lawaz bike û Pekînê hîna jî Îranê li warê enerjî, bazirganî û hevsengiya jeopolîtîk li hemberî Amerîkayê şirîkê girîng dibîne û naxwaze peywendiyên xwe bi Têhranê re bike qurbana razîkirina Waşîngtonê.
Vê rojnama siyonîstî nivîsî: Îranê jî bi girêbestên nû û kêmkirina astengiyên derbazbûyî ji Tengava Hurmuzê hewl daye ku zextên navneteweyî birêve bibe û nîşan bide ku hê jî şiyana bandorkirina li ser ewlehiya enerjiyê ya cîhanê heye. Vê rewşê bijardeyên Trump ji bo sepandina zext û çalakiyên leşkerî yên zêdetir li dijî Îranê bisînor kiriye.
Çîn rola rizgarkerê Amerîka nalîze
Di dawiyê de Haaretz tekez kir: Berevajî nêrîna Waşîngtonê, Çîn ne tenê rola rizgarkerê Amerîkayê di kirîza Îranê de bilîze, belkî dibe ku bi berdewamiya hevkariyên nêzîk bi Têhranê re pozîsyona Îranê li hember zextên Amerîkayê bihêztir bike.
.........
Dawiya peyamê
Tags
    Iran
    çîn
    Amerîka
    Şerê di navbera Îran û Amerîkayê de

Tags

Your Comment

You are replying to: .
captcha