19 May 2026 - 18:50
Source: kmr.abna24.com
Destgîrkirina xwişka Serokkomarê Îrlendayê ji aliyê leşkerên rejîma Sîonîst ve

Bilindpayeyên Îrlendayê destgîrkirina xwişka Serokkomarê vî welatî ji aliyê hêzên Îsraîlî ve şermezar kirin.

Li gorî Ajansa Nûçeyan a Navneteweyî ya Ehlê Beytê (s.x) — ABNA —«Margaret Conolly» ku bi karwanê deryayî yê alîkariyê bo Xezeyê re bû, di nav çend hemwelatiyên Îrlendî de ye ku piştî sekandina keştiyên alîkariyê di avên navneteweyî de hatine destgîrkirin.

Li pey sekandina beşek ji konvoya deryayî ya ku alîkariyên mirovî bi xwe re dibe bo Xezeyê, hikûmeta Îrlendayê kiryara Îsraîlê ya destgîrkirina hemwelatiyên vî welatî, di nav de xwişka Serokkomarê Îrlendayê, wek «şaş» û «neqebûl» şirove kir.

Li gorî organîzatorên kampanyaya «Gloveral Somûd», hêzên leşkerî yên Îsraîlê roja Duşemê sibehê 10 keştî ji tevaya 60 keştiyên vê karwanê di avên navneteweyî de sekinandin û desteser kirin. Her wiha hatiye ragihandin ku têkilî bi keştiyên hatine desteserkirin re hatine birîn.

«Dr. Margaret Conolly», xwişka Catherine Conolly, Serokkomara Îrlendayê, di nav kêmtirîn 6 hemwelatiyên Îrlendî yên destgîrkirî de ye.

Micheál Martin, Serokwezîrê Îrlendayê, vê kiryarê wek «bi temamî neqebûl» bi nav kir û got Îsraîl bi destwerdana xwe di nav avên navneteweyî de û destgîrkirina çalakvanên amade yên karwanê alîkariyê, qanûnên navneteweyî binpê kiriye.

Wî tekez kir: «Mirov mafê wan e ku protestoyê bikin û beşdarî mîsyonên bal kişandina cîhanê ber bi krîza mirovî ya dilşewitî ya Xezeyê de bibin.»

Sîmon Harris, Cîgirê Serokwezîrê Îrlendayê, jî kiryara Îsraîlê wek qanûnşikênî bi nav kir û got: «Tiştê ku Îsraîl kiriye, ji nêrîna min binpêkirineke eşkere ya qanûnên navneteweyî ye.»

Harris bi îşareta bêxemiya Îsraîlê ya li hemberî şermezarkirinên cîhanê, zêde kir ku hikûmeta Îrlendayê li asta Yekîtiya Ewropayê dê li pey kiryarên li dijî siyasetên Îsraîlê, di nav de cezayên li dijî niştecihên Sîonîst (çêkirina niştecîhên Sîonîst), be.

Serokkomara Îrlendayê jî di bersiva destgîrkirina xwişka xwe de got ev bûyerê ji bo wê gelek dilşewitî ye û di heman demê ku bi xwişka xwe serbilind e, pir bi xem xwarina jê re ye.

.....

Dawiya peyam /

Etîket :

  • Îsraîl
  • Îrlenda

Tags

Your Comment

You are replying to: .
captcha