Li gorî Ajansa Nûçeyan a Navneteweyî ya Ehlê Beytê (s.x) — ABNA —Ji kanala 12emîn a rejîma Sîonîst, «Barak Sarî», Şêwirmendê Stratejîk yê rejîma Sîonîst, got: Îsraîl bi kûrahî di heriya Lubnanê de asê bûye.
Wî bi îşareta rewşa nebaş a niştecihên (cihêwaran) Sîonîst ên li bakurê Filistîna dagirkirî yên dijîn ji ber berdewamiya êrîşên mûşekî û îhayî yên berxwedana Lubnanê, got: Rewşa niştecihên sînorê bakur îro ji rewşa ku li ber şerê bi Îranê re hebû, pir xerabtir e.
Şêwirmendê Stratejîk yê rejîma Sîonîst, bi îşareta nirxandina şaş a derdorên ewlekarî û leşkerî yên vî rejîmê ji hêza Hizbullahê Libnanê re, zêde kir: «Pîrozbahî û dîlan û axaftin li ser vê yekê bû ku Hizbullahê lêdanek stratejîk xwariye, lê em di heriyê de (li başûrê Libnanê) asê man û leşkerên me ji aliyê îhayên bombekirî yên (Hizbullahê) ve têne armanc kirin û têne kuştin an birîndar kirin.»
Wî zêde kir: «Sînorên bakur (Filistîna dagirkirî bi başûrê Libnanê re) bûye eniyeke agirîn û bi temamî cuda.»
Di vê çarçoveyê de, kanala televîzyonê ya «Kan» ya rejîma Sîonîst, roja Sêşemê ragihand: Nirxandina artêşa Îsraîlê destnîşan dike ku îhayên bombekirî yên Hizbullahê (FPV) «nêzîkî %70 ji azadiya çalakiya hêzên Îsraîlî li başûrê Libnanê tevlihev kirine.»
Rojnameya Sîyonîst «Haaretz» jî bi pejirandina bêhêziya rejîma Sîonîst li hemberî îhayên (Dorunen)Hizbullahê Lubnanê, tekez kir: «Artêşê çareseriya teknîkî (destkêş) ji bo rûbirûbûna îhayên fîbro-optîk (têl ronahî) tune ye û destê xwe avetiye torên masîgiriyê.»
Li gorî nivîsa vê rojnameyê, rewşa meydanî ya artêşa rejîma Îsraîlê li eniya bakur û li ser axa Libnanê giran (xirab) e û navendên çandiniya masî li bakurê Filistîna dagirkirî, torên masîgiriyê ne ji bo masîgiriya qezal û kefal, lê ji bo bikaranîna wan wekî amûrek ji bo parastina li hember îhayên Hizbullahê, dane hêzên artêşê.
Pevçûna li başûrê Libnanê tevî dirêjkirina agirbesta di navbera Libnanê û rejîma Sîonîst de didome û hêzên vî rejîmê bombebarana gund û bajarên başûrê Libnanê û wêrankirina berfireh a mal û cihên giştî didomînin.
Li hemberî vê, Hizbullahê Lubnanê bi agirekî giran ê mûşekî û îhayî, bersiva binpêkirina agirbestê ji aliyê rejîma Sîonîst ve dide û hejmarek ji leşkerên Sîonîst kuştine û birîndar kirine û amûrên wan ên leşkerî wêran kirine.
...........
Dawiya peyam
Etîket :
Îsraîl
Hizbullah
Başûrê Libnanê
Rejîma Sîonîst
Lubnan
Your Comment