Li gorî Ajansa Nûçeyan a Navneteweyî ya Ehlê Beytê (s.x) — ABNA —Serokwezîrê berê yê Îsraîlê Eyhûd Barak di gotarekê de ku di rojnama "Haaretz"ê de hatiye weşandin, hişyarî da ku Hizbûllah tevî hemû operasyonên leşkerî, hîn jî zindî ye û dikare zerarên giran bide Îsraîlê. Barak siyaseta Netanyahu ya li Lubnanê wek “têkçûneke mutleq” bi nav kir.
“Tohemeke xeternak”
Barak di nivîsa xwe de tekez kir ku “xweşbînî bi rêyên leşkerî yên li Lubnanê, tohemeke xeternak e.” Li gorî wî, armanca parastina “kembera ewlehiyê” li başûrê Lubnanê bûye sedema wê yekê ku artêşa Îsraîlê bi destên girêdayî şer bike û ev yek jî bûye sedema qurbanîdana berdewam.
Nakamiya şermezar a li hember dronan
Barak li ser bêkarîgeriya artêşa Îsraîlê ya li hember firokeyên bêfirokevan (dron) sekinî û got: “Piştî salan ji hebûna vê gefê, têkçûna me ya di peydakirina çareseriyekê de bo dronan, nakamiyeke şermezar e.” Wî her wiha anî ziman ku her çareseriyek di vê derbarê de hebe, dê pir biha û kêm-bandor be.
“Destkeftên ku hatin hewakirin”
Serokwezîrê berê yê Îsraîlê amaje bi wê yekê kir ku tevî operasyonên wekî “Pêjer”, terorkirina sekreterê Hizbûllahê û fermandarên payebilind, lê xuya dike ku ew destkeft “li ber bayê çûne.” Wî got: “Bin serokatiya Şêx Neîm Qasim de, Hizbûllah hîn jî zindî ye, jiyana sivîl a li bakurê Îsraîlê têk daye û ti nîşaneke hilweşînê nîşan nade.”
Stratejiya şaş; alîkariya Hizbûllahê dike
Barak hişyarî da ku bi xaka yek kirina gundên Lubnanê, Îsraîl bi awayekî nerasterast alîkariya Hizbûllahê dike da ku xwe wekî “parêzgarê Lubnanê” nîşan bide. Wî got: “Eger kesek planeke siyasî ya bi hevahengiya Amerîka û dewletên herêmê nebê, di batlaqa Lubnanê de fetisî ye.”
Pêwîstiya rakirina Netanyahu
Di dawiya gotara xwe de, Barak Netanyahu bi wê yekê tawanbar kir ku ji ber “berjewendiyên siyasî û kesî,” hemû derfetên aştiyê li Xezze, Lubnan û Sûriyeyê ji dest daye. Wî tekez kir: “Ti derfeteke pêşketinê nîne, heta ku Netanyahu ji ser kursiya desthilatê neyê rakirin.”
Dawiya peyamê /
Etîket (Taɡ):
- Hizbullɑh
- Rejîma Siyonîst
- Îsraîl
- Lubnan
- Binyamîn Netenyɑhu
Your Comment