5 June 2026 - 23:08
Source: kmr.abna24.com
Delegasyona(Heyeta) payebilind a Hemasê bi serokatiya Xelîl El-Heye, ji bo gera nû ya danûstandinan gihaşt Qahîreyê

Heyeta Bilind a Tevgera Hemasê bi Serokatiya "Xelîl El-Heyê" (Serokê vê tevgerê li devera Xezeyê), îro êvarê (Înî) ji bo kirina gera nû ya danûstandinên agirbestê û hevdîtina bi komên Filistînî re ket Qahîreyê, paytexta Misrê.

Li gorî rapora Ajansa Nûçeyan a Navneteweyî ya Ehlê Beyt (s.x.) — ABNA —Heyeta bilind a tevgera Hemasê bi serokatiya "Xelîl El-Heyê" (serokê Hemasê li devera Xezzeyê), îro êvarê (Înî) ji bo kirina gera nû ya danûstandinên agirbestê û hevdîtina bi komên Filistînî re ket Qahîreyê, paytexta Misrê.

Li gorî daxuyaniya tevgera Hemasê, ev heyeta ku ji "Zahîr Cebarîn" (berpirsê Hemasê li Kirdewarê Rojava), "Husam Bedran" û "Xazî Hemad" (ji endamên nivîsgeha siyasî ya vê tevgerê) pêk tê, wê bi karbidestên Misrê û birayên navbeynkar re hevdîtin û danûstandinan bike.

Armanca van hevdîtinan ev e:

  • Temamkirina bicihanîna qonaxa yekem a peymana agirbestê,
  • Rawestandina dagirkeriyên dubare yên rejîma Siyonîst li dijî devera Xezzeyê,
  • û dîtina mekanîzmayên guncav ji bo ketina qonaxa duyem a peymanê.

Wekî din, tê payîn ku heyeta Hemasê bi kom û aliyên Filistînî re jî hevdîtinan bike. Ev hevdîtin bi armanca pêşkêşkirina helwisteke neteweyî ya yekgirtî li ser mijarên cuda û lihevkirina li ser rêyên berxwedana li hemberî zehmetiyên ku gelê Filistîn pê re rû bi rû maye, têne kirin.

Tê payîn ku sibê (Şemî) gera nû ya danûstandinên Hemasê bi karbidestên Misrê û navbeynkaran re dest pê bike û çend rojan berdewam bike.

.......................

Dawiya peyamê /

Etîket:

  • Misr
  • Hemas
  • Rejîma Siyonîst
  • Xelîl El-Heyê
  • Filistîn

Tags

Your Comment

You are replying to: .
captcha