Li gorî Ajansa Nûçeyan a Navneteweyî ya Ehlê Beytê (s.x) — ABNA —Qereyîlan: Şertê bingehîn ê aştiyê azadiya Ocalan û naskirina kurdan e
NAVENDA NÛÇEYAN – Endamê Fermandariya Biryargeha Navendî ya Parastina Gel (NPG) Murat Qereyîlan, di daxuyaniyekê de tekez kir ku ji bo pêşveçûna pêvajoya aştiyê û çareserkirina pirsgirêka kurd, azadiya Abdullah Ocalan şertê sereke ye û got: «Eger Ocalan di girtîgehê de bimîne, ev pêvajo bi pêş ve naçe.»
Qereyîlan di peyameke vîdyoyî de ku li ser kanala Gerîla TV hat weşandin, li ser rewşa dawî ya pêvajoya aştiyê û şertên çareseriyê nirxandinên berfireh kir.
«Zehniyeta înkarê astengiya sereke ye»
Qereyîlan bal kişand ser hewldanên tevgera azadiyê ya kurd û da xuyakirin ku ew ji bo diyalogê amade ne, lê divê hikûmeta Tirkiyeyê guhertinên bingehîn di zehniyeta xwe de pêk bîne. Wî got: «Em wek aliyê kurd me guhertinên mezin di paradîgmaya xwe de kirin. Lê hikûmeta Tirkiyeyê hîn jî bi zehniyeta berê tevdigerin. Bi sîyaseta înkar û tinehesibandinê, çareserî pêk nayê. Divê dewlet dev ji dîtina kurdan wek dijmin berde.»
«Ocalan ji bo statûya kurdan tê dikoşe»
Qereyîlan amaje bi rola Abdullah Ocalan a li Îmraliyê kir û diyar kir ku Ocalan ji bo afirandina statûyeke taybet ji bo kurdan têkoşîneke mezin dimeşîne. Qereyîlan wiha axivî: «Ocalan hewl dide ku mafên kurdan bi temamî werin misogerkirin. Eger dewlet zehniyeta xwe biguherîne û kurdan bi awayekî fermî nas bike, wê hemû gefên li ser destkeftiyên kurdan jî ji holê rabin.»
Şertên ji bo çareseriyê
Qereyîlan sê xalên bingehîn ên ji bo pêşveçûna pêvajoyê rêz kirin:
- Azadiya Abdullah Ocalan: Wekî navbeynkarê sereke û temsîlkarê gelê kurd, azadiya wî şertê pêşîn e.
- Naskirina yasayî: Hebûna gelê kurd divê di makezagon û qanûnên Tirkiyeyê de bi fermî were naskirin û nivîsandin.
- Çarçoveya yasayî ya berfireh: Pêvajo ne tenê bi çekdanînê, lê bi qanûneke bingehîn ku hemû mafan dihewîne, dikare bi pêş ve biçe.
«Heta gavên yasayî neyên avêtin, gerîla çek nadanin»
Di dawiya axaftina xwe de, Qereyîlan tekez kir ku gerîlayên PKK’ê ne ji bo qebûlkirina dewletê, lê ji bo mafên xwe têdikoşin. Wî got: «Eger qanûneke ku tenê behsa çekdanînê bike were derxistin, ew nayê qebûlkirin. Eger ew sê xalên me di qanûnê de cih bigirin, wê demê em dikarin behsa pêvajoyeke rast bikin. Heta ku gavên pratîkî û yasayî neyên avêtin, gerîla çekên xwe nadanin.»

Qereyîlan di dawiya axaftina xwe de tekez kir ku yekîtiya navbera kurdan şertê bingehîn e. Wî got:
«Ji bo ku tecrübeyeke wek Lozanê ji nû ve neyê dubare kirin, divê hemû kes bi hestyarîya zêde nêzikî vê pêvajoyê bibin. Hemû hereketên siyasî yên kurd divê vê rewşa istisnaî baş fam bikin û bi tevahî yekîtiya neteweyî misoger bikin. Her çend yekîtiya temam jî nebe, herî kêm divê stratejiyeke hevpar a kurdî hebûna xwe biparêze. Niha armanca me li ser li darxistina konferansekî neteweyî ya kurdî ye û ev mijar ji bo me gelek girîng e.»
Wî di dawiya axaftina xwe de hişyarî da ku pêvajoya niha hemû îhtîmala di nav xwe de digire û paşeroj wê li gorî biryar û gavên ku di heyama pêş de têne avêtin, were diyar kirin.
Your Comment