13 June 2026 - 23:41
Source: kmr.abna24.com
Ayetullah Fazil Lenkeranî: Serhildana Îmam Husên (s) li ser bingeha «Cîhada Zehbî» tê analîzkirin«Beşdariya gel, ji hezar nimêjên şevê bilindtir e»

NAVENDA NÛÇEYAN – Ayetullah Mihemedcewad Fazil Lenkeranî diyar kir ku serhildana Aşûrayê, ne tenê bi têgeha rojane ya «emrê bi qenciyê û nehiya ji xerabiyê» tê şîrovekirin, belkî bi temamî li ser bingeha «Cîhada Zehbî» (parastina bingehên Îslamê) tê analîzkirin. Ayetullah Lenkeranî, behsa amadebûna zêdetirî sed şevan ya gelê Îranê li meydanan kir û ew weke bûyereke bêhempa wesif kir. Wî tekez kir ku di meclîsên meha Muherremê ya îsal de, divê «bingehên fiqihî yên têkoşîna li hemberî Îsraîl û Amerîkayê» bi awayekî berfireh ji bo nifşê ciwan were şîrovekirin û zelalkirin.

Li gorî Ajansa Nûçeyan a Navneteweyî ya Ehlê Beytê (s.x) — ABNA —Ayetullah Mihemedcewad Fazil Lenkeranî, Serokê Navenda Fiqhî ya Îmamên Pak (e.s), di serdaneke xwe ya fermî de bo bajarê Yezdê, ligel nûnerê Weliye Feqîh û rayedarên dînî yên herêmê civiya. Ayetullah Lenkeranî di vê hevdîtinê de, bal kişand ser hûrgiliyên kûr ên serhildana Îmam Husên (s) û tekez kir ku divê peyamên Aşûrayê bi şert û mercên îro yên cîhanê ve werin girêdan.

Cîhada Zehbî: Analîzeke nû ya li ser qiyama Aşûrayê

Ayetullah Lenkeranî di şiroveya xwe ya li ser armancên qiyama Îmam Husên (s) de, teoriyên dîrokî yên cuda nirxandin û diyar kir ku ew ne tenê bi têgeha «emrê bi qenciyê û nehiya ji xerabiyê» ya rojane tê şîrovekirin. Wî got: «Faceya Kerbelayê li ser bingeha “Cîhada Zehbî” (parastina koka Îslamê) tê analîzkirin. Di vê çarçoveyê de, parastina hebûna Îslamê ewqas girîng e ku fidakirina her kesî, heta Îmamê Mesûm bixwe jî, ji bo mayîna dîn pêwîst e.»

Têkoşîna li hemberî «Şimrê serdemê»

Ayetullah Lenkeranî bal kişand ser girîngiya naskirina dijminên îro yên cîhana Îslamê û da zanîn: «Divê em şimrê serdemê nas bikin; îro Netanyahû û Trump şimrên vê serdemê ne. Divê di meclîsên Muherremê de, bi awayekî zanistî û fiqihî ji nifşê ciwan re were zelalkirin ku çima dijberiya li hemberî rejîma Îsraîl û Amerîkayê erkeke şer’î ye.»

«Amadebûna gel li qadan, ji hezar nimêjên şevê bilindtir e»

Serokê Navenda Fiqhî ya Îmamên Pak, amadebûna zêdetirî sed şevan ya gelê Îranê li meydanan weke bûyereke bêhempa ya di dîroka mirovahiyê de bi nav kir. Wî bi bîr xist ku di şerê Xendeqê de, derbeya Îmam Elî (s) ji îbadeta hemû însan û cînan bilindtir hat dîtin, ji ber ku «hemû Îslam li hemberî hemû kufrê» sekinîbû.

Ayetullah Lenkeranî di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir: «Îro jî ku hemû kufr li hemberî Îslamê rabûye, parastina dîn û sîstema Îslamî, bilindtirîn îbadet e. Divê di meha Muherremê de, raman û bingeha vî şerê neyeksan ji bo gel were ronîkirin da ku qedrê vê fedakariya mezin bê zanîn.»

Ayetullah Fazil Lenkeranî: Serhildana Îmam Husên (s) li ser bingeha «Cîhada Zehbî» tê analîzkirin«Beşdariya gel, ji hezar nimêjên şevê bilindtir e»

Ayetullah Fazil Lenkeranî: Serhildana Îmam Husên (s) li ser bingeha «Cîhada Zehbî» tê analîzkirin«Beşdariya gel, ji hezar nimêjên şevê bilindtir e»

Ayetullah Fazil Lenkeranî: Serhildana Îmam Husên (s) li ser bingeha «Cîhada Zehbî» tê analîzkirin«Beşdariya gel, ji hezar nimêjên şevê bilindtir e»..............

Dawiya Peyam

Your Comment

You are replying to: .
captcha