13 June 2026 - 21:21
Source: Kurdpress
Li Tirkiyeyê 23 kesên navdar hatin girtin; rexnegir dibêjin ev «peyameke siyasî» ye

STENBOL – Dadgeriya Giştî ya Stenbolê, serê sibê roja pêncşemê bi hevkariya hêzên polîsan operasyonek li dijî hejmarek kesayetên navdar ên Tirkiyeyê da destpêkirin. Di encama vê operasyonê de 23 kes hatin binçavkirin, ku di nav wan de kurê parlamenterekî CHP’ê, hunermendê kurd Berdan Mardînî û çend lîstikvanên navdar ên Tirkiyeyê hene.

Li gorî Ajansa Nûçeyan a Navneteweyî ya Ehlê Beytê (s.x) — ABNA —STENBOL – Li gorî nûçeya Kurdpa’yê, di çarçoveya lêpirsîna Dadgeriya Stenbolê ya têkildarî dosyeya madeyên hişbir de, 23 kesên ku di qadên huner, muzîk, mode û medyaya civakî de navdar in, hatin binçavkirin. Hebûna van navên dengdar di nav kesên hatine binçavkirin de, bûye sedema bertekên berfireh di raya giştî de û hin rexnegir vê operasyonê ne tenê wekî dosyeyeke hiqûqî, lê wekî gaveke siyasî dinirxînin.

Hûrgiliyên operasyonê

Dadgeriya Giştî ya Stenbolê, serê sibê roja pêncşemê bi hevkariya hêzên polîsan operasyonek li dijî kesên bi tohmeta «madeyên hişbir» pêk anî û 23 kes binçav kirin. Di nav navên ku hatine binçavkirin de, lîstikvana navdar Beren Saat, stranbêj Kenan Doğulu, stranbêj Ayşe Hatun Önal, kesayeta medyaya civakî Kerimcan Durmaz, stranbêjê kurd ê ji Amedê Berdan Mardînî, aranjor û DJ Ozan Doğulu, stranbêj Yaşar İpek, model Tacy Ramos Correa û lîstikvan Enis Arıkan hene.

Her wiha navê Oğuzhan Bekar, kurê parlamenterê CHP’ê yê Enqereyê Adnan Bekar, jî di nav lîsteya kesên binçavkirî de ye. Li gorî medyayên Tirkiyeyê, hin kesên ku hatine binçavkirin ji bo pişkinînên pizîşkî (testa xwîn û por) sewqî Saziya Tiba Dadî kirine.

Nîqaşên li ser «peyama siyasî»

Tevî ku dadgeriyê hîn hûrgiliyên tohmetan eşkere nekiriye jî, ev operasyon li Tirkiyeyê deng veda. Digel ku desthilatdarên darazê îdîayan red dikin û tekez dikin ku ev tenê lêpirsîneke hiqûqî ye, lê hin çavdêr û rexnegirên siyasî dibêjin ku ev operasyon ne tenê dosyeyeke hiqûqî ye. Bi nêrîna wan, ev gav ji bo hunermend, aktîvîstên çandî û kesên rexnegir ên desthilatdariyê, peyameke hişyariyê ye.

Di mehên dawî de, zêdebûna operasyonên li dijî rojnamevan, aktîvîstên sivîl û kesên nêzî opozisyonê, nîqaşên li ser sînorên navbera dozên dadwerî û polîtîkayên «tirsandinê» yên li hemberî navdaran (selîbrîtî) zêde kirine.

Your Comment

You are replying to: .
captcha