Li gorî ragihandina Ajansa Nûçeyan a Navneteweyî ya Ehlê Beytê (s.x) — ABNA —Rêveberê Hozeyên Zanistî yên welêt, ji hemû beşên xelkê şoreşger ê Îranê daxwaz kir ku di oxirkirina termê pîroz ê qaidê ummetê, şehîd Ayetullah Xaminêyî de amade bin û bibin zemîneyek ji bo tevgera aşûrayî, di oxira rêzgirtina li cih û warê rêberê me yê delal û şehîd de.
Naveroka peyama Ayetullah E’rafî, Rêveberê Hozeyên Zanistî yên welêt, bi vî rengî ye:
Bi navê Xwedayê dilovan û dilovîn
ولاَ تَحْسَبَنَّ الَّذِینَ قُتِلُواْ فِی سَبِیلِ اللّهِ أَمْوَاتاً بَلْ أَحْیَاء عِندَ رَبِّهِمْ یُرْزَقُونَ
“Kesên ku di rêya Xwedê de hatine kuştin, qet bi mirî nehesibînin; na, ew li ba Xwedayê xwe zindî ne û têne rizqkirin.” (Al-Îmran: 169)
Şehadeta deryavanê şoreşa îslamî di nav pêlên tûfanan de, piştî salên dûr û dirêj ên têkoşîna bêwestan û berxwedana hêjayî pesnê li ser rêya heq û rastiyê, ji bo ummeta îslamî û gelê hêja yê Îranê karesateke mezin bû û dilê bawermendan tijî xem û kovan kir.
Bi rastî, rêberê şehîd û mezin ê şoreşê heta nefesa dawîn li ser armancên şoreşa îslamî sekinî û bû fedaîyê gel û Îrana îslamî. Îro, piştî amadebûna şert û mercan ji bo oxirkirina termê wî yê pîroz, erkê me ye ku bi beşdariyeke destanî (epîk) di vê bûyera dîrokî de, cihê wî yê bilind di dilê vî gelê hêja de nîşan bidin.
Beşdariya hemû beşên xelkê li seranserê welêt, nîşaneya girêdana civakê bi îmamê xwe yê delal û şehîd re ye, ku ev yek di rojên şîna Ebû Ebdullah El-Huseyn (s.x) de xwe dide xuyakirin. Xwedê bike ku ev bibe zemîneyek ji bo tevgera aşûrayî, di oxira rêzgirtina li cih û warê rêberê me yê delal û şehîd de.
Ez ji hemû beşên xelkê, ji hemû evîndarên dibistana Xumeynî û Xaminêyî, û ji hemû kesên ku dilê wan ji bo vê karesata mezin dişewite daxwaz dikim ku bi beşdariyeke berfireh di vê bûyera mezin de, rûpelekî zêrîn di dîroka vê axê de binivîsin.
Elîriza E’rafî
Rêveberê Hozeyên Zanistî
Dawiya peyamê
Etîket:
Ayetullah E’rafî
Hoze ya Zanistî
Rêberê Şehîd ê Îranê
Your Comment