Li gorî ragihandina Ajansa Nûçeyan a Navneteweyî ya Ehlê Beytê (s.x) — ABNA —Ayetullah Riza Remezanî di êvara sêşemê, 2'ê Tirmeha 1405'an de, di sed û pazdehemîn civîna şevî ya gelê Bendera Enzelî de, bi îşaretekê li ser destkeftiyên Şoreşa Îslamî, got: "Komara Îslamî ya Îranê di dehsalên borî de, ji welatekî ku li qeraxa hevkêşeyên cîhanî bû, veguheriye welatekî bandordar li asta herêm û cîhanê û îro di gelek waran de rol lîstik e."
Nûnerê gelê Gîlanê di Meclisa Pîşeyên(Şewirmendên)Rêberiyê de, bi wê gotinê ku pêşketinên zanistî yên welêt ji girîngtirîn destkeftiyên Şoreşa Îslamî têne hesibandin, zêde kir: "Îrana ku di salên berî şoreşê de di rêzên jêrîn ên zanistî yên cîhanê de bû, îro di rêza panzdehê ya zanistî ya cîhanê de cih girtiye û di hin warên pisporî de di nav welatên pêşeng ên cîhanê de tê hejmartin."
Wî bi îşaretekê li ser Daxuyaniya Gava Duyem a Şoreşê eşkere kir: "Pêşketina zanistî, exlaq û manewiyat, dadxwazî, têkoşîna li dijî gendeliyê, rastkirina şêwaza jiyanê û hebûna bandorker a hînkirinên Îslamî li qada rêveberiyê, ji girîngtîn şîretên Rêberê Mezin ê Şoreşê ne ji bo domandina pêşketina welêt."
Ayetullah Remzanî di beşeke din ê axaftina xwe de, bi îşaretekê li ser guherînên dawî yên herêmê û şehîdbûna komek ji fermande, zanistvan û kesayetiyên navdar ên welêt, got: "Xwîna şehîdan sedema xurtkirina yekîtiya neteweyî û berfirehkirina çanda berxwedanê bûye û berevajî ramana dijminan, ev raman nehatiye qelskirin, belkî di nav nifşên cihêreng ên civakê de kûrtir bûye."

Sekreterê Giştî yê Civata Cîhanî ya Ehlê Beyt (s.x) zêde kir: "Hebûna berfireh a gel di merasîmên cihêreng de û diyarkirina hevgirêdana neteweyên misilman û hê jî ne-misilman bi armancên Şoreşa Îslamî re, nîşana bandorkeriya gotara berxwedanê li asta cîhanê ye."
Wî bi tekezkirina ku Komara Îslamî ya Îranê îro wekî tenê pergala olî ya bi hêz li cîhanê tê nasîn, bîranîn: "Ev pergal li ser bingehê aqilparêzî, dad, kerameta mirovî û hînkirinên Îslamî hatiye avakirin û bûye nimûne ji bo neteweyên azadîxwaz û bindestên cîhanê."
Ayetullah Remzanî bi rexnekirina siyasetên Amerîka û rejîma Siyonîst got: "Pergala serdestiyê bi bikaranîna amûrên cihêreng li pey ferzkirina iradeya xwe li ser neteweyan e, lê ezmûn nîşan daye ku neteweya Îranê bi pişta xwe ve girêdana bi bawerî, yekîtî û iradeya neteweyî, li ber zext û gefan rawestiyaye."
Nûnerê gelê Gîlanê di Meclisa Pîşeyên Rêberiyê de, bi îşaretekê li ser şaristaniya kevnar a Îrana Îslamî eşkere kir: "Neteweya Îranê xwedî dîrokeke çend hezar salî, nasnameyeke kûr û çandeke dewlemend e û tu carî li ber zordestî û serdestîxwaziyê teslîm nebûye."

Wî herwiha li ser girîngiya girêdana zanist û baweriyê tekez kir û got: "Zanista bêyî baweriyê dikare bibe amûrek ji bo zordestî, ceng û neheqiyê, lê gava zanist li kêleka baweriyê be, wê bibe sedema dad, aştî û pêşketineke rastîn."
Ayetullah Remzanî piştî spasandina ji rêberiyên Rêberê Mezin ê Şoreşa Îslamî, yekîtî û hevgirêdana neteweyî wekî girîngtîn sermiyanê welêt di rewşa niha de hesiband û zêde kir: "Dijmin ji yekîtiya neteweya Îranê ditirsin û parastina vê hevgirêdaniyê, dê bibe sedema derbasbûna serkeftî ya welêt ji dijwarî û komployên pêş ve."
Sekreterê Giştî yê Civata Cîhanî ya Ehlê Beyt (s.x), bi wê gotinê ku neteweya Îranê li ber zextên derveyî û şerê tevlihev ê dijminan rawestiyaye, got: "Hebûna gel li meydanê, baweriya olî, peyrewiya ji rêberiyê û çanda berxwedanê, ji girîngtîn faktorên serkeftina Komara Îslamî di rûbirûbûna gefan de bûne."
Ayetullah Remzanî di dawiyê de, bi îşaretekê li ser nêzîkbûna şeva Tesûayê Huseynî, Hezret Ebulfazil Ebbas (s.x) wekî sembola wefadarî, fedakarî û qewînî nasand û li ser pêwîstiya nimûnegirtina ji mekteba Eşûrayê di parastina rûmet, serxwebûn û hêza civaka Îslamî de tekez kir.
----------------------
Dawiya peyamê/
Etîket:
Ayetullah Remezanî
Civîna şevî ya gel
Bendera Enzelî
Sekreterê Giştî yê Civata Cîhanî ya Ehlê Beyt (s.x)
Your Comment