3 July 2026 - 17:43
Source: Roj News
Nêçîrvan Barzanî li gel Serokkomarê Îranê civiya

Serokê demborî yê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi Serokkomarê Îranê Mesûd Pezeşkiyan re hevdîtin kir.

Li gorî rapora Ajansa Nûçeyan a Navneteweyî ya ya Ehlê Beytê (s.x) — Serokê demborî yê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ji bo tevlî merasîma veşartina cenazeyê lîderê ol yê Îranê Ayetullah Seyîd Elî Xamaney(Qudisa sirrih) bibe, li Tehranê ye. Ayetullah Seyîd Elî Xamaney di êrişên Îsraîl û Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) de hatibû şehîd kirin. Nêçîrvan Barzanî beriya merasîmê bi Serokkomarê Îranê Mesûd Pezeşkiyan re hevdîtin kir.

Nêçîrvan Barzanî li ser hesabê xwe yê X’ê li ser hevdîtinê daxuyanî belav kir û got: “Ez kêfxweş bûm ku vê siharê min li Tehranê bi Serokkomar Mesûd Pezeşkiyan re hevdîtin kir. Me rêyên ji bo hîn zêdetir têkiliyên Herêma Kurdistanê, Iraq û Îranê bên xurtkirin, nirxand. Bi taybetî jî me berfirehkirina hevkariya aborî, dîroka ku salên dirêj gelên me bi hevdû ve girê dide û berfirehkirina têkiliyên çandî û cîrantiyê nirxand.”

Nêçîrvan Barzanî beriya hevdîtina xwe ya bi Pezeşkiyan re, bi Wezîrê Karên Derve yê Îranê Ebbas Eraqçî re jî civiya. Barzanî bi Ebbas Eraqçî re têkiliyên Iraq, Herêma Kurdistanê û Îranê nirxand. Hat zanîn ku di hevdîtinê de rawestandina şerê Îranê yê li hemberî DYA-Îsraîlê û geşedanên dawî yên li herêmê jî hatin nirxandin.

Barzanî bi Serokê Meclisa Îranê Muhammed Bakir Qalîbaf re jî hevdîtin kir. Nêçîrvan Barzanî ji bo agirbesta Îran û DYA’yê tam pêk were, bal kişand ser girîngiya angajman û diyalogê.

Hêjayî gotinê ye ku serdana Nêçîrvan Barzanî û hevdîtinên wî yên li gel rayedarên Îranê di demekê de ye ku tevî agirbest û peymana di navbera Îran û Amerîkayê de, êrişên Îranê yên mûşek û droneyan li nav Herêma Kurdistanê berdewamin. Lê heta niha li hemberî van êrişan helwest û bertekek ji aliyê desthilata Herêma Kurdistanê ve nehatiye nîşan dan.

Tags

Your Comment

You are replying to: .
captcha