Li gorî rapora Ajansa Nûçeyan a Navneteweyî ya ya Ehlê Beytê (s.x) — ABNA–Hêzên Çekdar ên Yemenê di daxuyaniyekê de ragihandin ku saet 05:20ê berbangê, balafirên şer ên Siûdiyê qada hewayî ya Yemenê binpê kirine.
Li gorî daxuyaniyê, ev çalakiya dijminane bi armanca rêgirtin li ber firîna balafireke rêwî ya Îranê ku zêdetirî 200 welatiyên yemenî, birîndar û nexweş tê de bûn û dixwest li Balafirxaneya Navneteweyî ya Senayê dakeve, hatiye kirin. Hêzên çekdar tekez kirin ku hewldanên balafirên Siûdiyê bi rêya sîstema bergiriya esmanî hatin têkbirin û neçar man qada hewayî ya Yemenê biterikînin.
Hêzên Çekdar ên Yemenê hişyariyeke tund dan Erebistana Siûdî û tekez kirin: «Her cure dubarebûna binpêkirina qada hewayî an jî kiryarên dijminane, dê rastî bersiveke berfireh were ku balafirxane û hemû berjewendiyên stratejîk ên Siûdiyê li bejahî û deryayê bike hedef.»
Di daxuyaniyê de herwiha hat tekez kirin ku Yemen dorpêçkirina Siûdî-Amerîkî qebûl nake û hêzên wan amade ne ji bo şikandina vê dorpêçê her rêkarê ku bi rewa dibînin, bigirin ber.
Hêzên Çekdar bang li welatiyên xwe kirin ku amadekariya xwe ya berevaniyê biparêzin û li ser fermanên fermandariyê tevbigerin. Di dawiyê de, daxuyaniyê spasiya Komara Îslamî ya Îranê kir ji bo rola wê di şikandina dorpêçê de û tekez kir ku firînên di navbera Sena û Tehranê de ji bo kêmkirina azarên gelê Yemenê dê berdewam bin.
……………
Dawîya peyamê /
Etîket: Yemen, Erebistana Siûdî, Rejîma Siûdî, Îran, Dorpêçkirina Yemenê.
Hişyariya Yemenê bo Erebistana Siûdî: Her cure binpêkirina hewayî, wê bi armanckirina berjewendiyên stratejîk were bersivandin
Hêzên Çekdar ên Yemenê hişyariyê didin Erebistana Siûdî: Her binpêkirineke hewayî dê bi armanckirina balafirxane û berjewendiyên stratejîk were bersivandin
Your Comment