5 July 2026 - 23:04
Source: Sahar TV
Dengvedana cîhanî ya merasima nimêjkirina li ser meytê rêberê mucahid ê şehîd ê Şoreşê

Merasima oxirkirin û xatirxwestina li rêberê mucahid ê şehîd ê Şoreşê bi awayekî berfireh di medyayên cîhanî de deng veda.

Li gorî rapora Ajansa Nûçeyan a Navneteweyî ya ya Ehlê Beytê (s.x) –ABNA–Medyayên cîhanê rûmalkirina berfireh a merasima oxirkirin û xatirxwestina li rêberê mucahid ê şehîd ê Şoreşê berdewam kirin û beşdariya bi mîlyonan a xelkê li Têhranêxistine serê nûçeyên xew. 

Kanala El Cezîrê bi terxankirina rûpelek taybet, basa birêveçûna roja duyemîn a merasimê bi beşdariya berfireh a tazîdaran li Muselaya Îmam Xumêynî (re) kir û nivîsî: Xelk bi qêrîna dirûşmên dijî Amerîka û Siyonîstan û hin dirûşmên bona piştgîriya ji hildana tola xwîna rêberê mucahid ê şehîd beşdarî vê rê û rismê bûn.

CNN`ê jî ragihand bi hezaran kes ji bo roja duyemîn a li dû hev beşdarî merasima oxirkirinê bûn. Rûsiye El Yewmê bi weşandina vîdêoyên berfireh ji merasimê ragihand: Bi mîlyonan îranî beşdarî merasima nimêjkirina li ser meytê rêberê mucahid ê şehîd kirin û dirûşma Ya Lisarat Ul Hisên qêriyan.

TRT ya Erebî, El Minar û El Erebiye jî behsa dewama beşdariya pirhejmar a xelkê ji nav û derveyî Îranê heta dawiya merasimê kirin û girseya gel û qelebalixiyê yek ji taybetmendiyên sereke yên wê merasimê dan zanîn.

Di nava medyayên asiyayî jî Japon Times amajeyî beşdariya berfireh a tazîdaran bi cil û bergên reş, alayên sor û dirûşmên wekî Mirin ji bo Amerîkayê û Tolhildanê kir.  

Îndiya Todayê jî ragihand dîmena sindirûka newiya 14 mehî ya rêberê mucahid ê şehîd zêde ji her dîmeneke din bala raya giştî û medyayên cîhanê ber  bi xwe ve kişandiye. 

Herwiha kanalaên televîzyonî yên Pakistanê bi weşana zîndî ya merasimê ragihandin bi mîlyonan îranî beşdarî merasima oxirkirina  rêberê xwe bûn û li ser domandina rêya şehîdan û hildana tola xwîna wan pêgîrî dikin.

Medyayên Ereb ên wek El Meyadîn, El Minar, El Ehd, El Mesîre, El Erebiye û herwiha medyayên Iraq, Libnan, Yemen û Qeterê jî bi awayekî zîndî merasim weşandin û rûmal kirin. Medyayên hanê beşdariya bi mîlyonan a xelkê di Muselaya Îmam Xumeynî(re), nimêjkirina li ser meytê rêberê mucahid ê şehîd ya bi pêşnimêjiya ayetullah Ceifer Subhanî, beşdarbûna serokên sê sazî û dezgehên nizamê, fermandeyên leşkerî, kesayetiyên siyasî û mezhebî û mêvanên biyanî ji pişkên herî girîng ên vê merasimê dan zanîn.

Malpera nûçeyan a El Ehdê vê merasimê yek ji merasimên herî mezin ên oxirkirinê di dîroka hevçerx de wesif kir û nivîsî atmosfera merasimê bi xem, emekdarî û rêzgirtin bû û refên nimêjkeran heta çend kîlometreyan li nav û derveyî Muselayê hebû.

El Mesîreyê jî ragihand xelk ji parêzgehên curbicur ên Îranê ji bo beşdariya di vê rê û rismê de hatibûne Têhranê û bi rakirina wêneyên rêberê mucahid ê şehîd û alayên tazîdariyê, li ser domandina rê û armancên wî pêgîrî kirin. Merasima nimêja li ser meytê rêberê mucahid ê şehîd ê Şoreşê di medyayên Tirkiyê de jî bi awayekî berfireh deng veda.

Tags

Your Comment

You are replying to: .
captcha