Li gorî rapora Ajansa Nûçeyan a Navneteweyî ya ya Ehlê Beytê (s.x) –ABNA–Piştî ku îro eşkere bû ku dosyeya Ebduletîf Selefî ji aliyê Zanîngeha Silêmaniyê ve ji dadgehê re hate şandin, tawanbar Selefî ragihand ku ewê ji xutbe dayînê dûr bikeve.
Piştî ku Ebduletîf Ehmed (Ebduletîf Selefî) ji mafê karmendiyê (mamostatî) Zanîngeha Silêmaniyê hate dûrxistin û ji ber zextên zêde yên raya giştî ji êdî ew xutbeyan li mizgeftan nede, tawanbar Selefî îro têkildarî mijarê ragihand ku ezê ji xutbe dayînê (gotardayînê) dûr bikevim.
Ev jî di demekê de de ye ku, piştî biryara Wezareta Xwendina Bilind ya Herêma Kurdistanê ji bo cîbicîkirina dûrxistina Ebduletîf Selefî ji mamostatiya Beşa Zanistên Olî ya Zanîngeha Silêmaniyê, raya giştî, çalakvanan û nivîskaran daxwaz ji wezaret û hikûmetê kir ku Selefî ji erkê xutbedayînê dûr bixe.
Your Comment