Li gorî rapora Ajansa Nûçeyan a Navneteweyî ya ya Ehlê Beytê (s.x) –ABNA –
Mamosta Fayiq Rustemî di xutbeyên nimêja înê ya Sineyê de, bi amaje kirina amadebûna berfireh a xelkê di merasîma teşyîîya(0xir kirna) rêberê şehîd de, vê amadebûnê wekî diyariya yekîtî, hevdilî û hevgirtina neteweyî binav kir û got: Ev civîna bi heybet, peyameke zelal a hevgirtina gelê Îranê ji cîhanê re şand.
Wî bi diyarkirina ku amadebûna xelkê û heyetên ji welatên îslamî û ne-îslamî, nîşana cihê bilind ê rêberê şehîd bûye, zêde kir: Ev merasîm, dîmenek ji gel-demokrasiyê, keremeta mirovahiyê û yekîtiya ummeta îslamî nîşan da.
Berpirs divê spasdarê amadebûna xelkê bin
Îmamê înê yê Sineyê bi te’kîd kirina ku piştî vê hamaseya gelêrî, niha dor li ser berpirsan e ku xizmetê bikin, got: Gerînendeyên û berpirs divê bi ruhiyeke cihadî bersiva daxwazên xelkê bidin û bi bicihanîna dadmendiya civakî, şayeste-salarî û planandina ji bo rakirina pirsgirêkên aborî, spasdarê vê amadebûna bêhempa bin.
Mamosta Rustemî herwiha li ser pêwîstiya geşkirina hilberandinê, avakirina welêt û baştirkirina rewşa jiyanê ya xelkê rawestiya û got: Hebûna bi bandor a berpirsan di meydanê de û biryarên karûbarî, zemînê derbasbûna ji pirsgirêkên aborî amade dike.
Wî di dewamê de bi serxweşî şehadeta rêberê şehîd, fermanderan, zanistzanan, xelkê bêsûc û şehîdên Kurdistanê xwest û te’kîd kir: Teror û kuştina mirovên bêsûc di tu dîn û mektebekê de nayê pejirandin û ev kirin mînakeke eşkere ya sûc û tundûtûjiyê ne.
Îmamê înê yê Sineyê zêde kir: Hemû dînên ezmanî li ser hurmeta canê mirovan te’kîd dikin û Îslam jî dîna rehmetê, keremeta mirovahiyê û dûrbûna ji tundûtûjiyê ye.
Wî bi amaje kirina sîreta Pêxemberê Ekrem (s.x.a) got:Îslamê heta li hember dijminan jî bi borîn, exlaqê baş û dilovanî tevdigeriyan û divê ev sîret ji bo misilmanan bibe nimûne.
Spaskirin zemîneke zêdekirina nîmetan e
Mamosta Rustemî di beşeke din a gotarên xwe de bi amaje kirina fazîleta silawat li ser Pêxemberê Ekrem (s.x.a)di hedîsekê vegot û got: Li gorî vê rivayetê, her kes ku 10 silawat li ser Pêxember (S) bişîne, Cebrail ji aliyê wî ve 100 silawat li ser Pêxember pêşkêş dike.
Wî herwiha bi te’kîd kirina girîngiya spaskirina nîmetên Xwedê got: Xwedê ji ser rehmet û hikmeta xwe, gelek nîmetan dide bendeyan û spasa van nîmetan dibe sedema zêdebûna bereketê.
Îmamê înê yê Sineyê di dawiyê de bi diyarkirina ku alimên dînî her dem li kêleka xelkê bûne, got: Mamostayan tim di rêya piştgiriya nîzamê, xizmeta xelkê û şopandina daxwazên civakê de roleke çalak lîstine.”
Your Comment