10 July 2026 - 23:41
Source: kmr.abna24.com
Berdevkê Wezareta Karên Derve yê Çînê ji NATO'yê re:Hişmendiya Şerê Sar li kêlekê bihêlin

Mao Ning, berdevka Wezareta Karên Derve ya Çînê, di bersiva gotinên endamên NATO'yê yên li ser fikarên ewlehiyê yên derbarê Çînê de di warên teknolojiyê, çalakiyên leşkerî û têkiliyên Pekîn-Moskowê de, tekez kir ku NATO divê hişmendiya xwe ya Şerê Sar li kêlekê bihêle û dev ji zêdekirina vegotina bi navê "gefên Çînê" berde.

Li gorî rapora Ajansa Nûçeyan a Navneteweyî ya ya Ehlê Beytê (s.x) –ABNA–Mao Ning, berdevka Wezareta Karên Derve ya Çînê, di civînekî çapemeniyê de, di bersiva pirsên li ser mijara ku beşdarên civîna dawî ya NATO'yê fikarên ewlehiyê yên xwe yên derbarê Çînê de di warên teknolojiyê, çalakiyên leşkerî û têkiliyên Pekîn û Moskowê de rakirine got: Divê endamên NATO'yê di her fersendê de navê Çînê neynin ziman.
Wê lê zêde kir: Çîn her tim wekî hêzeke ji bo sazkirin û parastina aştiyê li cîhanê tevgeriyaye û qet gef li tu welatekî nekiriye.
Berdevka Wezareta Karên Derve ya Çînê di dawiyê de, bi tekezkirina ku Pekîn ji bo ewlehiya herêma Ewro-Atlantîkê tu dijwariyekê çênake, destnîşan kir: NATO divê hişmendiya xwe ya Şerê Sar li kêlekê bihêle, têgihîştina xwe ya li ser Çînê rast bike û dev ji zêdekirina vegotina bi navê "gefên Çînê" berde.
Serokên welatên endam ên NATO'yê berê di roja duyem a civîna serokatiya vê hevpeymanê li Enqereyê de, li ser xurtkirina şiyana parastinê, pêşîlêgirtina tiştê ku wan wekî "belavbûna bandora Rûsya û Çînê li herêma Cemsera Bakur" bi nav kirin û berdewamiya piştevaniya ji Ukraynayê re tekez kiribûn; her çend nerazîbûnên li ser asta piştevanîya leşkerî ya ji Kîevê re hîn berdewam bin. Ewlehiya li Cemsera Bakur, lêçûnên parastinê, mijara Îranê û piştevanîya leşkerî ya ji Ukraynayê re, bingeha sereke ya gotûbêjên serokên Rêxistina Peymana Atlantîka Bakur li Enqereyê bû.
Mark Rutte, Sekreterê Giştî yê NATO'yê, got ku divê welatên endam piştrast bibin ku Rûsya û Çînê bigihîjin û bandora xwe ya zêde li herêma Cemsera Bakur bi dest nexin. Wî ev herêm wekî qadeke bi giringiya stratejîk a rojane zêdebûyî wesf kir.
...............
Dawiya peyamê/
Etîket:
Îran, Rûsya, NATO, Çîn, Pekîn

Tags

Your Comment

You are replying to: .
captcha