Li gorî rapora Ajansa Nûçeyan a Navneteweyî ya ya Ehlê Beytê (s.x) –ABNA–
Ku ji Ajansa Şihab hatiye wergirtin, Tevgera Berxwedana Îslamî ya Hemas di daxuyaniyekê de kiryara dawî ya avakirina şûniştinên rejîma siyonîst li perava Rojava şermezar kir.
Hemas di vê daxuyaniyê de ragihand ku lihevkirina kabîneya tundrew a rejîma siyonîst bi Meclîsa Şûniştinên Bakurê Perava Rojava re ji bo avakirina 12 hezar yekîneyên şûniştinê yên nû û veqetandina heşt milyar şekel ji bo pêşxistina binesaziya şûniştinê, kiryareke "cênîkarane û xeternak" e di berdewamiya cihûkirin û dagirkirina bêtir axên Filistînê de.
Hemas tekez kir ku ev biryar di berdewamiya hewldanên rejîma siyonîst de ji bo kontrola tevahî li ser Perava Rojava, destdirêjkirina axên Filistîniyan û koçberkirina niştecihên vê herêmê hatiye girtin û bi piştgiriya Amerîka û bêdengiya civaka navneteweyî tê domandin.
Ev tevger her wiha hişyarî da ku ev plan di çarçoveya planên ragihandî yên kabîneya rejîma siyonîst û helwestên "Bezalel Smotriç" de ji bo tevahî girêdana Perava Rojava tê bicîhanîn.
Hemas bi tekezkirina li ser pêwîstiya helwesteke yekgirtî ji aliyê komên Filistînî ve, daxwazî bihêzkirina vebijarka berxwedanê û berfirehkirina hemû şêweyên berxwedanê li dijî polîtîkayên kabîneya rejîma siyonîst kir û ragihand ku ev plan bi sebrûdana gelê Filistîn û domandina berxwedanê dê têk biçin.
Ev tevger her wiha ji gelê Filistîn ê li Perava Rojava û Qudsê xwest ku berxwedana xwe li dijî rejîma siyonîst tund bikin û ji Neteweyên Yekbûyî û civaka navneteweyî xwest ku ji şermezarkirinên devkî wêdetir, ji bo rawestandina polîtîkayên avakirina şûniştin û parastina mafên gelê Filistîn tedbîrên pratîkî bicîh bînin.
Ev daxuyanî piştî wê hat weşandin ku medyayên siyonîst ragihandin kabîneya rejîma siyonîst bi serokatiya Binyamîn Netanyahu berdewamiya pêvajoya pêşxistina şûniştinên Perava Rojava didomîne û di kiryara xwe ya herî dawî de, bi Meclîsa Şûniştinên Bakurê Perava Rojava re lihevkirinek ji bo avakirina 12 hezar yekîneyên nû îmza kiriye.
Li gorî vê raporê, ev lihevkirin bi amadebûn û piştgiriya rasterast a Netanyahu hatiye kirin û li kêleka wê, budceyeke bi qasî 8 milyar şekel ji bo pêşxistina binesaziya şûniştinên siyonîstnişîn hatiye veqetandin.
Li gorî hûragahiyên hatine weşandin, yek milyar û nîv şekel ji vê budceyê dê ji binesaziya sereke û 7 milyar şekel jî ji pêşxistina binesaziya alî, di nav de bicîhanîna projeyên avahîsaziyê, pêşxistina navendên giştî, girêdana şûniştinên kevn û nû û bihêzkirina şûniştinên heyî, were veqetandin.
Ev plan her wiha avakirin û pêşxistina rêyan, xaçerêyan, meydanan, torên kanalîzasyonê, cihên giştî û pêşxistina deverên vekirî dihewîne û ji bo cara yekem, modela lihevkirina berfireh a pêşxistina şûniştinên neqanûnî ber bi meclîsek herêmî û deverên gundewarî jî vedigire.
................
Dawiya peyam/
Etîket:
Amerîka, Neteweyên Yekbûyî, Rejîma Siyonîst, Quds, Hemas, Filistîn, Avakirina niştecihbûnan
Your Comment