Li gorî Ajansa Nûçeyan a Navneteweyî ya Ahlê Beyt (s.x) — ABNA —“Nêçîrvan Îdrîs Barzanî” Serokê Herêma Kurdistanê li ser tora civakî ya “X” (Twittera berê) derbarê civîna dawî ya “Hevbendiya Rêvebirina Dewletê” ya Iraqê de, peyamek bi zimanê erebî nivîsiye ku tê de hatiye: Di civîna “Hevbendiya Rêvebirina Dewletê” ya li Bexdayê de ku bi amadebûna hevkarên min, di nav de serokên her çar desthilatên dewletê û serokên fraksiyonên siyasî hate lidarxistin, tevî nirxandina pêşhateyên dawî yên herêmî û navneteweyî, rewşa giştî ya welat û her wiha astengiyên li pêş hatin gotûbêjkirin. Me careke din tekezî li ser pabendbûna xwe ya ji bo pêşvebirina cîbicîkirina bernameya hikûmetê, bicihanîna sozên xwe û bidestxistina pêşîniyên neteweyî, bi taybetî mijarên têkildarî xurtkirina ewlehî, aramî û her wiha bilindkirina kalîteya xizmetguzariyê ji bo welatiyan, kir.
Di berdewamiya vê peyama birêz Barzanî de hatiye: Em her wiha tekezî li ser girîngiya cîbicîkirina biryara bêsînor-kirina milkiyeta çekan di destê dewletê de, ku dibe sedema xurtkirina serweriya yasayê û misogerkirina ewlehî û aramiya Iraqê, kirin û di heman demê de me bal kişand ser wê yekê ku divê Iraq wekî hêzeke aramker (îstiqrarbexş) di herêmê de bimîne û divê nebe platformek ji bo gefxwarina li welatên cîran, an gelên din, an jî bibe qada van cure kiryaran.
Di beşa dawî ya vê peyama Serokê Herêma Kurdistanê de hatiye gotin: Ji bilî vê, me piştevaniya xwe ya temam ji bo Serokwezîr û hikûmetê, di çarçoveya cîbicîkirina bername û tedbîrên wan ên ji bo xurtkirina aramiyê û her wiha hevkariya bi ruhê berpirsyariya neteweyî ya hevpar, ji bo rûbirûbûna astengiyên niha, ragihand; bi awayekî ku berjewendiyên bilind ên gelê me biparêze û rêya geşepêdan û aramiyê pêş bixe.
……………
Etîket:
Herêma Kurdistanê, Iraq.
Your Comment