26 August 2026 - 11:16
Source: kmr.abna24.com
Alimê Şîa yê Pakistanê: Ew kesên ku di navbera Şîa û Sunnî de nefretê çêdikin, xêrxwazê ummeta Îslamî nînin

Serokê Meclîsa Yekîtiya Misilmanên Pakistanê li parêzgeha Sindê tekez kir: Ew hêmanên ku di navbera Şîayan û Ehlê Sunnêt de nefretê çêdikin, nikarin xêrxwazê ummeta Îslamî bin û mezintirîn zirara ku ji mezhebperestiyê çêdibe, dikeve ser Misilmanên asayî.

Li gorî rapora ajansa nûçeyan a Ehlûbeytê (s.x) — ABNA — Hucetulîslam Heyat Ebbas Necefî, Serokê Meclisa Wehdetê ya Misilmanên Pakistanê li parêzgeha Sindê, di civîneke rojnamevaniyê de got: Senator Raco Nasir Ebbas Ceferî ferman daye ku li seranserê Pakistanê “Hefteya Yekîtiyê” (Heftiya Wehdetê) were lidarxistin. Hefteya Yekîtiyê tenê navekî olî nîne, belkî peyamek e ji bo bihêzkirina yekîtî, hezkirin, tehemul û nasnameya hevpar a îslamî di nav ummeta misilman de.

Serokê Meclisa Wehdetê ya Misilmanên Pakistanê li parêzgeha Sindê her wiha got: Îro ku misilman li Pakistanê û seranserê cîhanê bi kêşeyên cûrbicûr re rû bi rû ne, divê li şûna ku nakokiyan bikin dijminatî, xwe bispêrin hevbeşiyan û rêya pêşveçûnê bidomînin.

Navborî bi amajekirina li ser bernameyên Hefteya Yekîtiyê ragihand: Meclisa Wehdetê ya Misilmanên Pakistanê radigihîne ku di dirêjahiya Hefteya Yekîtiyê de, dê bi germî pêşwaziya meşên Mîladun-Nebî (s.x.a) yên birayên ehlê sunetê li Karaçî û seranserê parêzgeha Sindê bike.

Necefî wiha pê de çû: Hêzên me dê li deverên cûrbicûr konên pêşwaziyê, cîhên belavkirina avê û xêratan deynin û li her dera ku birayên ehlê sunetê bi komên cejna rojbûna Pêxemberê Ekrem (s.x.a) re derbas bibin, em ê pêşwaziya wan bikin û bi xêrhatinê li wan bikin.

Wî teqez kir: Ev pêşwazîkiron tenê tevgereke teşrîfatî nîne, belkî nîşandana pratîkî ya vê baweriyê ye ku Hezretê Muhammed Mistefa (s.x.a) pêxemberê me hemûyan e û hezkirina ji Resûlê Xwedê (s.x.a) mezintirîn hêz e ku ummeta îslamî bi hev ve girêdide.

Serokê Meclisa Wehdetê ya Misilmanên Pakistanê li Sindê diyar kir: Ew kes û aliyên ku di navbera Şîe û Suneyan de kîn û nefretê çêdikin, xêrxwazê ummeta îslamî nînin. Ziyana herî mezin a mezhebperestiyê digihîje misilmanên asayî, û mizgevt, huseyniye, medreseyên olî, bazar û tax ji agirê vê kînê zererê dibînin.

Wî ji alimên hemû mezheb û dibistanên îslamî xwest ku nakokiyan di çarçoveyeke zanistî de bihêlin û xwe ji tekfîr, bêrêzî, nefretpêşxistin û tehrîkkirina hestên olî biparêzin.

Necefî got: Divê em rêya yekîtiyê bi pejirandina hevdû û nakokiyan bidin ber xwe.

…

Dawiya peyam/

Etîket:

  • Pakistan
  • Yekîtiya Şîe û Sune
  • Yekîtiya Îslamî

Tags

Your Comment

You are replying to: .
captcha