Li gorî nûçeya Ajansa Navneteweyî ya Ehl-ul-Beyt ê (s.x) – ABNA – Dadgeha Cînayetî ya Seretayî ya Qahîreyê li Misirê îro Sêşemê bi daxwaza Dozgeriya vî welatî ya ji bo dirêjkirina tomarkirina navê Ixwanul Muslimîn û hejmarek kesan di lîsteya terorîzmê de razî bû.
Dadgehê bi tomarkirina navê Ihwanul Muslimîn û her wiha «Mihemed Ebdulwehab Ebdulfetah Hemûde» û «Semîr Yûnis Ehmed Salih» di lîsteya terorîzmê de razî bûye.
Ev biryar di demekê de tê girtin ku Qahîreyê berê pêşwaziya gavê Amerîkayê ya ji bo danîna şaxa Misrî ya Ixwanul Muslimîn di lîsteya «terorîstên cîhanî» de kiribû.
Berî niha, Wezareta Karên Derve ya Misirê ragihandibû ku Qahîre piştgirî dide hewldanên dewleta Amerîkayê ya bi serokatiya Donald Trump ji bo têkoşîna li dijî terorîzma navneteweyî û rêxistinên terorîstî û helwesta xwe ya li hember Ihwanul Muslimîn sabit dibîne.
Hikûmeta Misirê Ixwanul Muslimîn wek rêxistineke terorîstî dibîne û piştî hilweşandina Mihemed Mursî, serokomarê berê yê Misirê û ji endamên Ixwanul Muslimîn, zextên fireh li ser vê komê sepandiye.
......
Dawiya peyamê/
Etîket:
Ixwanul Muslimîn
Misir
Your Comment