26 September 2026 - 22:11
Li Helebceyê astengiyên li pêşiya doza qurbaniyên kîmyabaranê hate gotûbêjkirin

Li Helebceyê astengiyên li pêşiya doza qurbaniyên kîmyabaranê hate gotûbêjkirin

Parêzerê doza tezmînatê yê qurbaniyên kîmyabarana Helebceyê Bekir Heme Sadiq j dibêje ku delîl hatine berhevkirin û ew li bendê ne ku bibînin ka dadgeh kengê dê li ser vê doza mezin a Helebceyê biryar bide û got; “Ji ber ku şîrket li derveyî welatin, hinek ji wan navên xwe guhertine û yên din jî mirine. Ev yek ji bo lêpirsîna me ya dîtina sûcdaran astengin.”

Îro êvarê, li hola bîrdariya şehîdên Helebceyê, bi amadebûna xizmên şehîdan, qurbaniyên çekên kîmyayî û komeleya qurbaniyên çekên kîmyayî, di civîneke vekirî de li ser pirsgirêkên doza qurbaniyên çekên kîmyayî û tawanbarên dozê nîqaş kirin.

Li Helebceyê astengiyên li pêşiya doza qurbaniyên kîmyabaranê hate gotûbêjkirin

Parêzerê xizmên qurbaniyên êrişa kîmyayî ya li Helebceyê, Bekir Heme Sadiq ji Rojnews re got: “Vekirina dozê li dadgeha yekem dem digire, divê lez û ecele li vê dozê neyê kirin. Ti giliyek me li ser rêvebirina dozan ji hêla dadgehê ve tune. Divê em li bendê bin heta ku dadgeh lêpirsîna xwe ya xwezayî bike.

Divê em bibînin ka dadgeh kengî dê li ser vê doza mezin ji bo berjewendiya xelkê Helebceyê biryar bide. Doz di destpêka xebata xwe de ye û dema me heye. Me li ser nîqaş kiriye. Tenê hin destwerdanên sepandinê di dozê de cih girtine.”

Her wisa got; “Delîlên bi hêz li dadgehê hene ku dikarin zerera ku bi mirovan hatiye kirin îspat bikin. Lêbelê, hin ji wan şîrket û kesên ku çek firotibûn rejîma berê ya Baasê êdî li wir nînin. Yên din navên xwe guhertine, dîtina wan dê gelek dem û lêkolînek zirav bigire. Ev yek karê heyî hinekî dijwar kiriye û doz jî dijware.”

Serokê Komeleya Qurbaniyên Êrişa Kîmyayî ya Helebceyê Luqman Ebdulqadir jî têkildarî mijarê wiha got; “Komeleyê li dijî şîrket û kesên ku çek firotine rejîma Baasê gilî tomar kiriye. Kariye bi rêya desteya parêzeran dê destûrê bide 4,817 parêzeran ku malbatên şehîd û qurbaniyan temsîl bikin. Lê gumanbar li derve ne. Lê belê serkirdeyên ku gilîkerên vî sûcî ne koça dawî dikin.

Divê giliyên ku heta niha hatine kirin, dubare werin nûkirin. Xizmên qurbaniyan û şehîdan rojane bi me re têkilî datînin. Me fikir kir ku başe ku em vê civînê ji bo wan, bi rêya parêzeran li dar bixin da ku şîrove û nêrînên xwe yên li ser dozê ji wan re rave bikin û ji bo her du aliyan jî nêrînek zelal li ser pêşveçûna hêdî ya dozê hebe.”

Li Helebceyê astengiyên li pêşiya doza qurbaniyên kîmyabaranê hate gotûbêjkirin

Your Comment

You are replying to: .
captcha