Li gorî Ajansa Nûçeyan a Navneteweyî ya Ehl-ul- Beytê (s.x) – ABNA – Li hemberî Hevbendiya Neteweyî ya Kurdistanê (HEVBENDÎ) operasyon hat kirin.
Di operasyona li hemberî HEVBENDÎyê de Serokê Giştî yê Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK) Bayram Bozyel û Alîkarê Serokê Giştî yê PSKyê Hesen Dagtekîn li Enqereyê hatin desteserkirin.
Her wiha siyasetmedar Fuat Onen jî li Dêrikê hat desteserkirin.
PWKyê navên kesên desteserkirî eşkere kirin
Partiya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) ku yek ji aliyên HEVBENDÎyê ye li ser operasyonê daxuyaniyek belav kir û navên 7 kesên ku hatine desteserkirin eşkere kirin.
PWKyê di daxuyaniya xwe de ragihand:
"Li gorî agahiyên ku gihîştine ber destê me, heta niha Bayram Bozyel, Fuat Onen, Mehmet Can Azbay, Rojbîn Bukun, Alî Oncu, Hesen Dagtekîn û Alî Çeven hatine desteserkirin. Em vê operasyonê protesto dikin."
Hevbendiya Neteweyî ya Kurdistanê çi ye?
Hevbendiya Neteweyî ya Kurdistanê (HEVBENDÎ) ji aliyê partî, tevger, kom, saziyên civakî û kesayetên serbixwe yên Kurdistanî yên Bakurê Kurdistanê ve bi biryareke hevbeş hatiye avakirin.
Hevbendî bi beşdariya Înîsiyatîfa Niştimanî ya Kurdistanê, PÊLKURD, Partiya Demokrat a Kurdistanê-Bakur (PDK-BAKUR), Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK), Partiya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) û kesayetên serbixwe pêk hat.
Hevbendî 9ê Çiriya Paşîn li Amedê bi civîneke çapemeniyê hat ragihandin.
Di konferansa damezirandinê de 170 siyasetmedar amade bûn û encumeneke 51 kesî hat avakirin.
…………….
Dawîya Nûçeyî/
Your Comment