AhlolBayt News Agency (ABNA)

source : Sahartv
pêncşem

17 sermawez 2022

18:49:55
1324099

Serçeteyê DAIŞê li rojavayê Iraqê hat kuştin

Yekîneya Têkoşîna dijî Terorîsmê ya Iraqê qala kuştina berpirsê bombedanînê yê DAIŞê li parêzgeha Enbarê kir.

Yekîneya Têkoşîna dijî Terorîsmê ya Iraqê bi daxuyaniyekê ragihand ku terorîstekî DAIŞî bi navê Ebû Îsa ku berpirsê bombedanînê yê vê komê li parêzgeha Enbarê bû, vê sibê hat kuştin.

Di vê daxuyaniyê da hatiye, tîmeke Yekîneya Têkoşîna dijî Terorîsmê ya Iraqê bi xefikdanîna serkeftî karî vî kesî ku navê wî yê tam Husên Muhemed Casim Îsawî Meknî ye li derdora bajarê Remadiyê dorpêç bikin.

Li gorî daxuyaniya Yekîneya Têkoşîna dijî Terorîsmê ya Iraqê, vî terorîstî dema ku dît asê maye, xwe teqand û bi vî awayî hat kuştin.

342/