AhlolBayt News Agency (ABNA)

source : Sahartv
şemî

14 rêbendan 2023

16:44:38
1338380

Osman: “Têkoşîna himberî gendelîyê û cihanîna lihevkirinên tev Bexdayê zehmet e”

Sîyasetvanê kurd ê serbixwe yê iraqî pêgirî kir ku têkoşîna himberî gendelîyê li Herêma Kurdistana vî welatî û cihanîna lihevkirinên di navbera hikûmeta nika ya Iraqê û sunne û kurdan da zehmet e.

Mehmûd Osman got: “Di navbera endamên hevalbendîya rêvebira hikûmeta nika ya Iraqê bi serokatîya Mihemed Şîya Sûdanî da gellek nakokî derketine û ev yeka dibe sedem di navbera alîyên sîyasî yên welêt da nakokiyên zehf derkevin.”

Vî sîyasetvanê kurd ê serbixwe herwiha got ku her du alî dikarin xalên sade yên di lihevkirinên Hewlêr-Bexdayê da bi cih bînin, lê bicihanîna hemî xalên di wan rêkevtinameyan da zehmet û carina ne pêkan e.

Mehmûd Osman amajeyî zehmetbûna têkoşîna himberî “Hûtên Gendelîyê” ên li Herêma Kurdistanê û Iraqê û pêngavên hikûmeta federal di vî warî da ji wan girtina tawanbarên dosîya “Dizîya Sedsalê” kir û got: “Azadkirina Nûr zehîr sebebkarê “Dizîya Sedsalê” bêyî istandina hemî diravên dizî, balkêş û matmayîker e.”

342/