Li gorî rapora Navenda Ragihandinê ya Ofîsa Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî, Hezretê Ayetullah Xamineyî roja Çarşemiyê di vê hevdîtinê da sipasiya xwe ji ber kiryarên baş ku li Rêxistina Teblîxata Îslamî ya Îranê pêk hatine anî ziman û got: “Rêxistin û hokarên çandî-teblîxî divê tam hişyar bin ku gotina Xwedê di ti rewşekê da neyê wêdadayîn û nabe ku di vî warî da ji gengeşe, helahela û buxtanan bitirsin.”
Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî berçavgirtina şert û mercên civakî di warê teblîxkirin û bangewaziyê da wek xemsariya li hemberî xeşyeta ji Xwedê nezanî û got: “Hin pêdiviyên xebatên çandî hene ku divê tam bên berçavgirtin.”
Hezretê Ayetullah Xamineyî berçavgirtina ‘Lisanî Qewm’ anku Zimanê Xelkê di çalakiyên çandî-teblîxî ji van şert û mercan zanî û got: “Zimanê têkilîdanîna bi ciwan û nûciwanan ra ciyawaz e digel zimanê axaftina bi xafilekî nezan an dijber ra; hema wisa ku divê zimanê axaftin û bangewaziyê li welatên din ciyawaz be digel xebatên çandî û bangewaziyê li hundirê welêt ji wan li navendên înqilabî.”
Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî bazara raman û berhemên nû li nav û derveyî welêt geş zanî û got: “Bi saya berhemanîna ramanên nû, dewlemendkirin û derbaskirina wan ji qonaxên seretayî û serê axir veguhertina wan bo berhemên nûwaze yên bi şekl û rûveka balkêş, di vê bazara ku bikirrên wê gelek in da çalak bibin.”
‘Girîngîdan bi çavkaniyên mirovî yên jêhatî û pispor wek stûna navendên çandî’, ‘Parastina hêzên baş ên Rêxistina Teblîxatê di hemî çiqan da’, ‘Miqatebûna li ser hêzan’ û ‘Haydarîya li ser afet û zirarên spartina xebatên çandî-teblîxî bo derveyî rêxistinê’ çar xalên din bûn ku Rêberê mezin ê Înqilabê di vê hevdîtinê da dest danî ser wan.
Her wiha parastina ‘Geşatî’, ‘Hêviya jiyanê’, ‘Kêfxweşî’ û ‘Rezmendiya gel’ ji xalên din bûn ku Hezretê Ayetullah Xamineyî wek erkên girîng ên saziyên çandî-teblîxî bi nav kirin.
342/