Bi boneya şeva herî dirêj ya salê, ji bo vejandina cejin û çanda netewî ya Kurd, di nav Agirgeha Zerdeştî de pîrozbahiyek girseyî hate lidarxistin.
Li bajarê Silêmaniyê îşev bi boneya şeva herî dirêj ya salê ku weke Şeva Yelda di nav baweriya Ola Zerdeştî de tê zanîn, bi ahengeke girseyî hat pîrozkirin.
Nûnera Zerdeştiyan Awat Hisamedîn li ser dîroka Şeva Yelda ji ajansa me re axivî û got; “”Ev Agirgeha Zerdeştî ye û me ev merasîm ji bo pîrozkirina Şeva Yelda lidar xist. Şeva Yelda tê wateya şeva Rojiyê û jinûve zayîna rojê. Ji ber ku ew şeva herî dirêj ya salê ye û wekî şerê di navbera tarîtî û ronahiyê de tê dîtin ku tê de ronahî serdeste.
Ev şev roja dawî ya payîzê û şeva yekem ya zivistanê ye. Hemû cejnên netewî yên Kurdan bi guherîna avhewayê ve girêdayî ne. Şevçira û yên li herêmê hatine çêkirin di vê pîrozbahiyê de têne nîşandan. Niyeta me ewe ku van cejnan zindî bihêlîn. Ji ber ku ew ji xurafeyan dûrin.”
Awat Hisamedîn girîngiya kombûnên malbatî destnîşan kir û got: “Divê dapîr û bapîr di vê şevê de ji ciwanan re çîrokan bibêjin. Em li vir helbestên Nalî dixwînin da ku çanda resen bigihînin nifşê nû û nehêlin cejnên me yên netewî bimirin.”
Dîroka Şeva Yelda vedigere serdema Zerdeştiyan û Mîtrayan. Ji demên kevnar ve, Kurd wekî bûyerek netewî li dora agir dicivin û dema xwe bi xwendina çîrok û stranan derbas dikin. Ev cejin derbasbûna tariyê û destpêka dirêjbûna rojê di salnameya Kurdî de nîşan dide.
Your Comment